Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta ku di dawetê de “propgandaya PKKyê” kirine 4 stranbêjên Kurd hatin girtin.
Li parêzgeha Colemêrgê 28ê Tirmehê li Taxa Simbilê polîsan bi ser dawetekê de girt û bi hinceta “propagandaya PKKyê” 5 stranbêj desteser kirin.
5 stranbêjên Kurd ku ew biribûn Rêveberiya Ewlehiyê ya Colemêrgê û piştî karên îfade wergirtinê îro ew birin Dadgeha Colemêrgê.
Ji 5 stranbêjan 4 ji wan ji aliyê dadgehê ve bi hinceta “propagandaya PKKyê” hatin girtin û yek jî hat berdan.
Di rojên dawî de li gelek parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi dehan kes bi hinceta govendên Kurdî û bilindkirina dirûşman hatine desteserkirin û girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse