Hewlêr (Rûdaw) – Li Îraq û Herêma Kurdistanê sala 2023yan bûyera herî zêde derketibû pêş bê guman nîqaşên budceyê bûn.
Herwiha biryarên ku Dadgeha Federal a Îraqê derbarê Herêma Kurdistanê de girtine bûn sedema karvedanan.
Dadgeha Federal a Îraqê 15ê Sibata 2022yan, ragihand ku yasaya petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê “ne li gorî destûra bingehîn a Îraqê ya 2005an e.”
Dadgehê di heman demê de gotibû, “Pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê, berhema neftê radestî Hikûmeta Federal a Îraqê bike.”
Lihevnekirina li ser petrol û budceyê 2023yan jî berdewam kir
Sala 2023yan jî pirsgirêka budceyê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de berdewam kir.
Berî pesendkirina budceya navendî ya 2023yan a Îraqê, hinek partiyên Şîe budceya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin mijara Dadgeha Federal a Îraqê.
Dadgehê, 25ê Kanûna Paşîna 2023yan biryar da ku budceya ji bo Herêma Kurdistanê tê şandin ne li gorî yasaya bingehîn e.
Serok Mesud Barzanî biryar wekî “dijminatiyê” bi nav kir û bi bîr xist ku budce, di çarçoveya peymana di navbera her du aliyan de ji Herêma Kurdistanê re tê şandin.
Serok Barzanî gotibû:
“Biryara dadgehê, li hemberî siyaseta Îraqê, hikûmet û Koalîsyona Rêveberiya Dewletê ye.
Vê dadgehê cihê ‘Dadgeha Serhildanê’ ya Sedam girtiye.”
Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hat rawestandin
Dadgeha Tehkîmê ya Navneteweyî ya Parîsê meha Adarê biryar dabû ku bêyî destûra Îraqê Herêma Kurdistanê nikare petrolê bifiroşe Tirkiyeyê.
Herwiha dadgehê biryar da ku Tirkiye ji bo 4 salên hinardekirina petrolê, 1.4 milyar dolar tazmînatê bide.
Piştî biryarê, 25ê Adarê hinardekirina petrolê hate rawestandin.
Hewlêr û Bexdayê peymanek îmze kir
Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê 4ê Nîsanê bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî çû Bexdayê û ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê peymanek îmze kir.
Têkildarî peymanê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî got:
“Li ser biryara Dadgeha Parîsê hinardekirina petrolê hatibû rawestandin. Rawestandina hinardekirina petrolê ziyaneke mezin da Herêma Kurdistan û Îraqê.”
Piştî peymanê ji bo hinardekirina petrolê, di navbera Hewlêr-Bexda-Enqereyê de gelek hevdîtin pêk hatin.
Hem Îraqê û hem jî Tirkiyeyê ragihand ku pirsgirêkên teknîkî hatine çareserkirin û gotin ku ew ji bo hinardekirina petrolê amade ne.
Lewra tevî van daxuyaniyan jî hinardekirina petrolê nehat destpêkirin.
Dadgeha Federal, xebatên Parlamentoya Kurdistanê dan rawestandin
Pêwîst bû ku di Çiriya Pêşîna 2022yan de hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê bihatana kirin.
Nakokiyên di navbera partiyên siyasî yên Kurdan de li ser yasaya niha ya hilbijartinan û komîsyona hilbijartinan rê neda ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê 18ê Çiriya Paşîna 2023yan wek roja hilbijartinan diyar kiribû lê Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê paşxistina salekê ya hilbijartinan “neyasayî” dîtibû û biryar betal kiribû.
Budceya navendî ya Îraqê hat erêkirin
Parlamentoya Îraqê, 12ê Hezîranê yasaya budceyê ya nêzîkî 153 milyar dolaran a ku ji bo 3 salan derbasdar e erê kir.
Ji bo erêkirina madeyên ku Herêma Kurdistanê eleqeder dike nîqaşên mezin hatibûn kirin.
Li gorî xala 12an budceya Herêma Kurdistanê wekî ji sedî 12.67 hat diyarkirin.
Şewitandina Quranê
Li Stockholma paytexta Swêdê Selwan Momîkayê Îraqî, 28ê Hezîranê li ber Mizgefta Stockholmê di bin parastina polîsan de Quran şewitand.
Bi hezaran kesên ku li ber Balyozxaneya Swêdê ya Bexdayê kom bûn, bertek nîşanî şewitandina Quranê dan.
Xwepêşandan du rojan berdewam kir û hinek xwepêşandanan balyozxane şewitandin.
Li Kerkûkê xwepêşanderên Kurd hatin qetilkirin
27ê Tebaxê komek alîgirên Heşdî Şeibî û Erebên ku ji derve anîbûn li ber avahiya berê ya PDKyê kon vedabûn û rêya Kerkûk-Hewlêrê ji trafîkê re girtibûn.
Piştî bûyeran, Kurd li taxa Rehîmawayê ya Kerkûkê kom bûn û xwepêşandanek li dar xistin û xwest ku rêya Hewlêr-Kerkûkê bê vekirin.
Dema ku xwepêşanderên Kurd nêzîkî devera ku çalakvanan berê rê lê girtibûn bûn, hêzên ewlehiyê gule li wan reşandin.
Di encamê de 4 Kurd şehîd ketin û 15 kes jî birîndar bûn.
Îraq kredî dide Herêma Kurdistanê
Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, 14ê Îlonê, bi pêşengiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî çû Bexdayê.
Di hevdîtinan de mijara sereke mûçe û budce bûn.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Peşewa Hewramanî, li ser mijara mûçeyan daxuyaniyek da û wiha got:
“Çawa ku gelê li herêmên din ên Îraqê mûçeyên xwe di dema xwe de werdigirin divê gelê Herêma Kurdistanê jî mûçeyên xwe di dema xwe de wergirin.
Em dê bi Hikûmeta Îraqê re peymanê îmze bikin.”
Ji bo dersînorkirina Partiyên Rojhilatê Kurdistanê peyman hate îmzekirin
Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê 19ê Adara 2023yan li Bexdayê rêkeftineke ewlehiyê îmze kir.
Ew rêkeftin li ser çalakiyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê bû.
Sererkanê Hêzên Çekdar ên Îranê Mihemed Baqirî 11ê Tîrmeha 2023yan ragihandibû ku eger Îraq heta dawiya havînê erkên xwe yên bêçekkirina “grûpên dijber” ên Îranê bicih neke, dê ew ji berê tundtir êrişî wan bike.
Dadgeha Federal, encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê hilweşandin
Dadgeha Federal a Îraqê biryar da ku biryara Parlamentoya Kurdistanê ya 2019an derbarê encûmenên parêzgehan de dabû betal bike û karê wan bi dawî bîne.
Dadgehê 24ê Îlonê bi biryarekê encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê hilweşandin.
Şewata Hemdaniyeyê: 132 kes mirin
Şeva 26ê Îlonê, li qezaya Hemdaniyeyê ya parêzgeha Nînowayê ya Îraqê li holeke dawetê şewat derket.
Di encama şewatê de 132 kesan canê xwe ji dest dabû, 175 kes jî birîndar bûbûn.
Rûdawê xelata Stevieyê wergirt
Li bajarê Romayê yê Îtalyayê di merasîmekê de “Xelata Kompanyaya Salê” ya Stevieyê wek medyaya herî baş a navîn a salê li cîhanê pêşkêşî Tora Medyayî ya Rûdawê hat kirin.
Şewata Soranê
8ê Kanûna Pêşîn, agir bi avahiyeke li ser rêya Soran û Çomanê ket û 14 kesan canê xwe ji dest da.
Hilbijartinên encûmenên parêzgehan ên Îraqê
18ê Kanûna Pêşîn hilbijartinên encûmenên parêzgehan ên Îraq û hin bajarên Başûrê Kurdistanê dest pê kir.
Li Îraqê piştî hilbijartinên 2013an cara ewil bû ku hilbijartinên encûmenên parêzgehan hatin kirin.
Li parêzgehên ku piraniya niştecihên wê Kurd in, ji 75 kursiyan, Kurdan tenê 15 kursî bi dest xistin.
Belavbûna van kursiyan li parêzgehan wiha ye; Kurdan li Kerkûkê 7 kursî bi dest xist ku 5 ji wan ên YNKyê, 2 kursî jî yên PDKyê ne.
Li Nînowayê (Mûsil) 6 kursî, 4 ji wan Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û 2 jî Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) bi dest xistin.
Herwiha berbijêrên YNKyê kursiyek li Diyalayê û kursiyek jî li Selahedînê bi dest xistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse