Mesrûr Barzanî: Divê hikûmeta Iraqê kesûkarên qurbaniyan qerebû bike

31-07-2021
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Kurdistan Kurd Ala Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bibîr dixe ku heta niha ji aliyê hikûmeta Iraqê ve kesûkarên qurbaniyên Enfala Barzaniyan nehatine qerebûkirin ku “erkekî exlaqî û qanûnî yê hikûmeta Iiraqê ye”û tekez dike, “Divê (hikûmeta Iraqê) qerebûya tevahiya kesûkarên wan kesan bike ku bûne qurbaniya wan tawanên ku li dijî xelkê Kurdistanê hatine kirin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di salvegera enfalkirina Barzaniyan de ku 38 sal di re derbas bûn, peyamek belav kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de got, “Îro bi rêz û şikodarî ve qurbaniyên yek ji tawanên hovane û mezin yên rejîma berê ya IIraqê bibîr tînin ku beriya 38 salan di kiriyareke neteweperestane de, hezaran mirovên bêtawan yên Barzanî bi tenê ji ber ku Kurd bûn, bo biyabanên başûrê IIraqê hatin veguhastin û pişt re jî hatin komkujkirin.”

Mesrûr Barzanî dibêje, “Cînosaydkirina Barzaniyan bû destpêka çend tawanên din ên ji bo jinavbirin û wêrankirina Kurdistanê ku pişt re jî rejîma Beisê di nava çend qonaxan de, dest bi prosesa enfal, kîmyabarankirina Helebce û wêrankirina hezaran gund û deverên Kurdistanê kir. Bi vê yekê jî prosesa komkujiya gelê Kurdistanê û wêran kirin û şewitandina Kurdistanê gehêşte sînorê dawî yê stemkarî û hovîtiyê.”

Herwiha di dewama peyama xwe de Mesrûr Barzanî diyar dike, “Îro di demekê de qurbaniyên vê komkujiyê bibîrtînin ku rixmî ku Dadgeha Bilind a Tawanan ya Iraqê jî enfalkirina gelê Kurdistanê bi cînosayd û tawana şerê nasand, lê heta niha ji aliyê hikûmeta Iraqê ve kesûkarên qurbaniyan nehatine qerebûkirin ku erkekî exlaqî û qanûnî yê hikûmeta Iiraqê ye û lazim e qerebûya tevahiya kesûkarên wan kesan bike ku bûne qurbaniya wan tawanên ku li dijî xelkê Kurdistanê hatine kirin.”

Mesrûr Barzanî di vê bîranînê de “pêbendiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi xizmetkirina zêdetir ya kesûkarên şehîdan û enfalkiriyan” dûpat kir û got, “tişta ku di karîna me de be bo xizmetkirina wan em dê bikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar jî kir, “Serê rêzedariyê bo qurbaniyên prosesa cînosaydkirina Barzaniyan û tevahiya şehîdên gelê Kurdistanê ditewînin bîranîna wan her tim zindî be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst