Grûpên çekdar ava wêstgeha Elokê berdan

31-07-2021
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Rêveberiya Xweser li hemberî ava Elokê elektirîkê dide
Rêveberiya Xweser li hemberî ava Elokê elektirîkê dide
Nîşan Ava Elok Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Heseke (Rûdaw) - Piştî 10 rojan ji danûstandinan, duh bi serpereştiya Rûsiyayê,  Rêveberiya Xweser û gurûpên çekdar ên ser bi Turkiyê ve, li ser  berdana ava Elok li hev kirin.

Ji bo berdana ava wêstgeha Elokê, bi navbênariya Rûsya dê Rêveberiya Xweser dê rojane 17 megawatên eliktirîkê bide Serê Kaniyê û wêstgeha Elokê.

Welatiya bi navê Zeynep Salih 57 salî dibêje ku heya zar û zarên wan rabin dê behsa zehmetiya jiyana bêavbûnê  bikin.

Kevaniya malê Zeynep Salih da zanîn ku ev 33 roj e av ji bo wan nehatiye û got: “Bi Xwedê gelekî zehmet e, av tune ye û em avê  dikerin, ev du mehin bi temamî av nehatiye, berê her çend rojan dihat me dadigirt, lê niha qet nayê, her malek 5 yan 6 bermîlan dikere, her  bermîleke sor jî bi şeş yan 7 hezarane.”

Duh bi serpereştiya Rûsyay, piştî 10 rojan ji danûstandinan, Rêveberiya Xweser û grûpên çekdar yên ser Tirkiya ve, li ser berdana ava Elok jêdera sereke ya dabînkirina ava Hesekê ku dikeve navçeyên di bin kontrola Tirkiyê de li hev kirin.

Desteya Enerjiya Rojavayê Kurdistanê, 16 demjimêran 10 megawat elektirîkê dide wêstgeha Mebroka a Elektirîkê li Girê Spî û Serê Kaniyê, herwiha 24 demjimêran 7 megawat elektirîkê dide wêstgeha Elok, di beramber de 25 bîr ji koma 31 bîrên wêstgeha eEok dikevin kar de û ava Hesekê û  Til Temir tê berdan.

Serokê Rêveberiya Belavkirina û Veguhestina Enerjiyê Azad Silêman dibêje: “Ji çarê êvarî heya 8 sibeha 10 megawat em dê bidin wan.  Herwiha em dê 7 megawatan bo wêstgeha Elokê bidin. Li gor rêkevtina me, divê 25 bîr têkevin kar, lê niha tenê 13 kar dikin ji ber ku dema rawestiya bû rastî  dizînî hatibû û pêwistiya wan bi çaksaziyê heye.”

Bi vekirina avê pirsgirêka 120000 kes a nebûna avê çareser dibe, lê tirs rêkeftin di navbera Rêveberiya Xweser û gurûpên çekdar yên opozisyona de çê bûye jî, lê tirs heye ku careke din, wekî 20 carên berê, rêkeftin were binpêkirin, û ava Hesekê careke din were qut kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst