Efrîn - Erebên hawirde dixwazin dadwera Kurd ji kar bê avêtin

31-05-2024
RÛDAW
Nîşan Newroz Hiso Efrîn Dadwer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Erebên hawirde yên ku li Efrînê dest daniyê ser malên Kurdan, li hemberî biryara dadgehê xwepêşandanê dikin û dixwazin dadwera Kurd ji erka xwe were dûrxistin.

Dadgeha Efrînê beriya bi çend rojan biryar da ku 150 Erebên hawirde ji malên Kurdan derkevin û carekê din xwediyên wan malan werin di malên xwe de bi cih bibibn.

Piştî wê biryarê dadwera jin a bi navê Newroz Hiso ku bi xwe jî li Dadgeha Efrînê dadwer e tê tehdîtkirin.

Doh Erebên hawirde li ser biryara Dadgeha Efrînê dest bi xwepêşandanê kir.

Di vîdeoyekê ku di dema xwepêşandanê de hatiye tomarkirin, zilamek dengê xwe bilind dike û gefan dixwe û dibêje:

“Heta ku Mihemed Şêx Reşîd û dadwer Newroz ji kar neyên standin aramî nayê Efrînê.

Newroz berpirsa gendel a PKKyê ye li Efrînê. Dadwer Newroz nûnera gendeliyê ya PKKyê ye li Efrînê.”

Newroz Hiso dadwer e û Mihemed Şêx Reşîd jî Kurd e û Alîkarê Serokê Encûmena Xwecihî ya Efrînê ye.

Ew Erebê hawirde biqehr diqîre:

“Newroz serê fesadiya PKKyê ye li Efrînê û em dixwazin ji kar were standin.”

“Dadwer Newroz bi alîgiriya PYDyê tê tohmetbarkirin”

Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê (PDK-S) jî li ser xwepêşandanên li dijî biryara Dadgeha Efrînê û Newroz Hisoyê ji Rûdawê re axivî.

Ebdulrehman Apo ji Rûdawê re got:

"Newroz keçeke Kurd e, beriya dagirkirina Efrînê parêzer bû, piştre bûye dadwer.

Di biryara li hemberî Erebên hawirde de rola wê hebû.

Li gorî biyara dadgehê ew Erebên hawirde yên çûne nava xaniyên Kurdan divê ji wan xaniyan derkevin.

Ew jî li hemberî wê biryarê derdikevin û dibêjin, `Newroz Hiso girêdayî PYD û Rêveveriya Xweser e’.

Ti carî tohmetên wan bi dawî nabin.“

Ew Erebên hawirde yên bi zorê dest daniye ser xaniyên Kurdan, Erebên bajarên Şam, Dera û Hims û Dêrezorê ne.

“Metirsî li ser jiyana Newroz Hisoyê heye”

Çalakvanê mafê mirovan Îbrahîm Şêxo jî li ser xwepêşandana Erebên hawirde û metirsiya li ser jiyana Newroz Hiso ji Rûdawê re axivî.

Li gorî gotina Îbrahîm Şêxo ji ber biryara dadgehê metirsî li ser jiyana Newroz Hisoyê heye.

Îbrahîm Şêxo amaje bi wê yekê jî kir ku Erebên hawirde piştî wê biryarê dest bi nijadperestiyê kiriye.

Îbrahîm Şêxo eşkere jî kir ku heta doh jî dadwer Newroz Hiso li Efrînê bû û çûbû ser karê xwe û ew hîn li Efrînê ye.

Bi gotina Îbhrahîm Şêxo, Erebên hawirde tohmetan dixin stûyê dadwer Newroz Hisoyê ku goya alîgirê PKK û Qendîlê ye.

“Em piştevaniya Newroz Hisoyê dikin”

 

Li aliyê din, Endamê Meclîsa Xwecihî ya Efrînê Azad Osman jî beşdarî bultena Rûdawê bû û diyar kir kuew ew piştgiriya dadwer Newroz Hisoyê dikin.

Azad Osman herwiha got:

“Em amadekariyên vegera welatiyên Efrînê dikin. Li deverên di bin kontrola Emşatê de vegera Kurdan dijwar e.

Erebên Şam û Himsê naxwazin ji malên Kurdan derkevin.”

"Divê Newroz Hiso û malbata wê werin parastin"

Encûmena Niştimaniya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ofîsa wan li seranserî axa Sûriyeyê, binpêkirinan dişopînin.

ENKSyê binpêkirinên li beramberî dadwera Kurd Newrozê Hisoyê û malbata wê şermezar kir.

Ofîsa ENKSê bangî aliyên peywendîdar û aliyên navdewletî kir ku rê li ber van binpêkirinan bigirin.

ENKSê got:

-Divê vegera Kurdan, ji bo malên wan  bi biryara di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de were parastin.

- Divê mal û milkên Kurdên herêma Efrînê werin parastin.

- Divê dadwera Kurd Newroz Hiso û malbata wê werin parastin û tedbîrên pêwîst bêne wergirtin.

- Divê rêz li biryarên dadweriyê yên ji dadgehên hikûmeta demkî û saziyên wê hatine derxistin were girtin.

- Divê dadgerî bi temamî serbixwe be û ji desthilata leşkerî û grûpên çekdar dûr bikeve.

- Divê binpêkirinên berdewam û sîstematîk ên li herêma Efrînê yên ji aliyê grûpên çekdar û Erebên hawirde tên kirin werin rawestandin.

Talan, revandin û kuştina Kurdan di raporan navneteweyî de

20ê Kanûna Paşîna 2018an artêşa Tirkiyeyê û çekdarên mixalefeta Sûriyeyê yê li hemberî hemberî Efrînê dest bi operasyonê kir.

Piştî 58 rojan ji şer û pevçûnan, 18ê Adara 2018an Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê ve hat dagirkirin.

Di van 6 salan de li Efrînê binpêkirinên zêde mezin ên wekî talankirin, revandin, kuştin û guhertina demografiyê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve hatin kirin.

Rêxistinên navnetweyî yên wekî AMNESTY, Human Rights û çavdêrên Neteweyên Yekbûyî (NY) gelek caran di raporên xwe de behsa binpêkirinên mafê mirovan ên li Efrînê kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst