Şêwirmendê Serokwezîr Dr. Bêwar Xinisî koça dawî kir

31-05-2023
RÛDAW
Nîşan Dr. Bêwar Xinisî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Dr. Bêwar Xinisî koça dawî kir. Qaymeqamê Akrê da zanîn ku li ser rêya Hewlêrê û Duhokê êş ketiye sînga wî û heta ku gihîştandine nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

Qaymeqamê Akrê Şaban Berwarî ji Rûdawê re ragihand, îro Çarşemê piştî nîvro Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Dr. Bêwar Xinisî koça dawî kir û got li nêzîkî xala kontrolê ya Çeme ya di navbera Hewlêrê û Duhokê de tenduristiya wî têk çûye û berî ku bigihînine Nexweşxaneya Akrê canê xwe ji dest daye.

Şaban Berwarî da zanîn, heta niha rapora pizîşkî ji bo diyarkirina sedema mirina wî nehatiye amadekirin lê li gorî gotina şofêrê wî, êş ketiye sînga Bêwar Xinisî û dibe ku bi celteya dil canê xwe ji dest dabe.

Cenazeyê Dr. Bêwar Xinisî ji bo diyarkirina sedema mirina wî birin pizîşka dadwerî ya Şêxanê.

Dr. Bêwar Xinisî di sala 1959an de li gundê Xinisê yê ser bi navçeya Şêxan a ser bi parêzgeha Duhokê ji dayik bûye, xwendina xwe ya seretayî û amadeyî li wê navçeyê bi dawî kiriye, lîsans, master û doktoraya xwe di beşa Erdnasî û Madenan de bi dest xistiye.

Dr. Bêwar Xinisî, berê şêwirmendê asayîşa aborî yê serokwezîrê Herêma Kurdistanê bû, wek şêwirmend û şareza di çend navendan de lêkolîn kirine. Heta niha zêdetirî 20 pirtûkan li ser enerjî û çavkaniyên xwezayî nivîsandine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst