Namzedên DEM Partiyê yên Amedê: Pêl bi pêl leşkeran vediguhêzin

31-03-2024
RÛDAW
Nîşan Dogan Hatun Serra Bucak Amed DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Namzedên Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yên DEM Partiyê Serra Bucak û Dogan Hatun dengên xwe dan.

Dogan Hatûn li navçeya Rezanê ya Amedê bi dêya xwe re deng da.

Hatûn piştî dengdanê axaftinek kir û got:

“Bila ev deng bibe wesîleya aştî û aramiyê

Hêvîdar im ev hilbijartin ji bo gelê Kurd, ji bo gelê Amedê bibe serkeftin. Bila bibe wesîleya rojên xweş.”

“Pêl bi pêl leşkeran vediguhêzin”

Dogan Hatûn wiha pê de çû, “We dengên li bajarên din hatine veguhestin dîtin.

Pêl bi pêl leşkeran vediguhêzin. Hewl didin bi rêya diziyê îradeya gelê me bi zorê bistînin. Wê gelê me bersiva vê bide.

Em careke din bangî gelê xwe dikin ku xwedî li îradeya xwe derkeve.

Divê em bersiveke wisa bidin van kesên hewl didin vîna me bi zorê bistînin ku hişê wan bê serê wan.

Ji niha ve ez serkeftinê ji hemû gelê Amedê re dixwazim

Em dê ji êvarê vê pêvajoyê bi coşeke mezin pîroz bikin.” 

Li aliyê din, Namzeda Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya DEM Partiyê Serra Bucakê jî li dibistaneke navçeya Peyasê ya Amedê deng da.

Serra Bucakê li ser sindoqê di dema dengdanê de got:

"Banga me li tevahiya gelê Amedê ew e ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.

“Em dê her 17 navçeyan jî bi dest bixin”

Em xwedî li vîna xwe derkevin. Em dê di 5 salên pêş de bi hev re şaredariyê li gorî feraseta şaredarîtiya azadîxwaz û gelparêz bi rê ve bibin.

Em vê sozê didin Amedê. Em bi hêvî ne û dê serkeftin a me be.

Hêvîdar im ev hilbijartin bibe wesîleya demokrasî, wekhevî, azadî, edalet û aştiyê.

Em dixwazin ev hilbijartin bibe wesîleya jiyaneke azad û adilane, çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk.

Ev ne tenê hilbijartina rêveberiyên herêmî ye. Hilbijartina demokrasiyê ya Tirkiyeyê ye.

Dê gelê Kurd careke din bersivê bide desthilatê.

Wekî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê em dê her 17 navçeyan jîbistînin.

Ji kerema xwe re bila her kes heta saet di 16.00an here ser sindoqan û xwedî li sindoqên xwe derkeve.

Em hemû hîle û lîstikên ku sîstem dide meşandin xera bikin. Em dê tekez bi ser bikevin.” 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst