Partiya Pêşverû daxwaz dike ku xelkê Efrînê vegerin malên xwe

31-03-2018
RÛDAW
Civîna  Partiya Pêşverû
Civîna Partiya Pêşverû
Nîşan Efrîn Partiya Pêşverû Talankirirn Artêşa Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Pêşverû daxwazê li xelkê Efrînê û derdora wê dike ku vegere ser mal û milkên xwe. Herwiha Partiya Pêşverû dibêje Tirkiye li gor yasayên navdewletî li Efrînê hêzeke dagîker e.

 

Polîtburoya Partiya Demokrat a Pêşverûya Kurd li Sûriyê (P.D.P.K.S) bi daxuyaniyeke nivîskî  ragihand ku piştî vekişandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji nav Efrînê û derbasbûna hêzên Artêşa Tirkiyê û çend aliyên çekdar ji bo nav bajar, dizî û talankirinê destpê kir.

 

Partiya Pêşverû tekez dike ku Artêşa Tirkiye ji vê rewşê li Efrînê berpirsyar e û dibêje: “Li gor yasayên navdewletî, Artêşa Tirkiyê li Efrînê hêzeke dagîker e.”

 

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de, Partiya Pêşverû, ji wan encûmenên xwecihî jî, ku ji bo Efrînê hatine û têne damezirandin dixwaze, ku ji bo vegera xelkê kar bikin û pêdiviyên jiyana rojane ji xelkê Efrînê re peyda bikin, û ewlehiya wan biparêzin.

 

Piştî ku hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wî welatî di 18ê Adarê de navenda bajarê Efrînê kontrol kirin, xelkê Efrînê ku ji ber êrişên Tirkiyê aware bibûn, ji tirsa guhertina demografiya deverê, hewl didin ku vegerin ser cih û warên xwe.

 

Li Efrînê, ji seat 20.00ê êvarê heta 07.00ê sibê tevgera çûn û hatinê tê qedexekirin.

 

Zêdetirî 200 hezar kes ji Efrînê koçber bûne û niştecihên Efrînê jî daxwaza xurek û pêwîstiyan dikin ku hêz alîkariyên pêwîst negihiştine bi hezaran welatiyên Efrîna Rojavayê Kurdistanê. Herwiha rewşa koçberên Efrînê jî wek rewşa xelkê nav bajêr xirab e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst