Nêçîrvan Barzanî û Espen Lindback li Hewlêrê civiyan

31-01-2024
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Espen Lindback
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Balyozê Norwecê yê Urdun û Îraqê Espen Lindback qebûl kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di civînê de mijarên wekî “pêwendiyên Norwecê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, gûftûgoyên Hewlêr û Bexdayê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan, rewşa siyasî û ewlehiyê ya Îraq û Herêma Kurdistanê, hilbijartinên Herêma Kurdistanê û rewşa Şingalê” hatine gotûbêjkirin.

“Divê aramiya Îraqê were parastin”

Serokatiyê destnîşan kir, “Her du aliyan diyar kiriye ku divê hevkariyên wan bidomin û bi taybetî jî  hevkariyên di wan qadan de ku Îraq û Herêma Kurdistanê dikarin sûdê ji pêşketina Norwecê bigirin.

Dîsa her du alî hevnêrîn bû ku divê aramiya Îraqê were parastin.”

Li aliyê din, Espen Lindback anî zimên ku Norwec giringiyê dide pêwendiyên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û herwiha aramiya wan.

Mijarên wekî “şerê Ukrayna û Rûsyayê”, “encam û bandora şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn” jî divê civînê de hatine nirxandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst