AMED - Xerîbşa Ozdemîr û 4 zarokên wê li ber sir û seqemê mane

30-11-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Xerîbşa Ozdemîr û zarokên wê ji ber lehiyê nikarin li mala xwe razin
Xerîbşa Ozdemîr û zarokên wê ji ber lehiyê nikarin li mala xwe razin
Nîşan Amed Lehî Xerîbşa Ozdemîr
A+ A-

Amed (Rûdaw) -  Li Amedê jineke bi navê Xerîbşa Ozdemîr û 4 zarokên wê ji ber ku avê daye ser xaniyê wan ev deh roj nikarin di mala xwe de razên.

Xaniyê wan kirê ye û hemû eşyayê wan li ber avê re çûne.

Hevjînê wê dev ji zarokan berdaye û çûye, niha 4 zarok di stûyê wê de mane.

Ji wan zarokan 2 jê nivîşkan ango astendar in. Malbat li benda alîkariya xêrxwazan e.

Xerîbşa Ozdemîr û 4 zarokên wê ev heftiyek zêdetir e nikarin li mala xwe razin.

Ji ber ku xaniyê wan bi erdê re ye û li hêmana ye, barana ku bariye yekser daye bin malê.

Hemû alav û amûrên nava malê jî bi avê re çûne.

Ji xeynî ava baranê, ava qirêj a kanalizasyona taxê jî daye ser malê.

Ji ber ku bavê zarokan dev ji wan berdaye, çar zarok di stûyê Xerîbşayê de mane.

Du zarokên wê nivîşkan ango astengdar in. 

Ew nniha li bereqeya xanî, li ber sir û seqemê radizin.

Mexdûra lehiyê Xerîbşa Ozdemîr ji Rûdawê re got:

“Çi av heye, ava pîs, piçekî baran bê hema tê li min diqelibe. Xaniyê min bê temîrat e.

Ez jî ji mecbûrî, ji ber xatirê zarokên xwe di vir de sekinîme. Min got belkî îdare bibe. Min lê nihêrt îdare nabe, av li min qelibî.

Vaye hûn halê min dibînin. Min bi zarokê canê zarokên xwe xilas kir.”

“Em guneh in”

Keça Xerîbşayê ya bi navê Yagmur jî got:

“Em alîkariyê dixwazin, xanî dixwazin. Em jî guneh in, av li me qelibiye. Em li vir du şevan razane. Ji sermayê me îdare nedikir, me hev hembêz dikir û em radizan.

Muxtarê Peyasê Mehmet Çoban ji bo ku bikaribe alîkariya malbatê bike gihiştiye hewara wan.

Mixtar nekarî xanî peyda bike

Her çiqas mixtar hewl daye ji wan re xaniyek peyda bike û çareseriyek mayînde bibîne jî bi ser neketiye. Tenê kariye bi riya Heyva Sor ji bo zarokan cil û berg bistîne.

Mixtarê Taxa Peyasê Mehmet Çoban jî got:

“Min peywira xwe bi cih aniye. Ez li alîkarê walî geriyam. Qeymeqam got em dê vê malbatê bibin li mêvanxaneyê bi cih bikin.

Min bi otomobîla xwe ew birin. Min ji wan re got yan xaniyek ji wan re bigrin an jî kiriya salekî ya xaniyekî bidin wan. Min ev dengê xwe jî gihandiye wan. Êdî berpirsî ya wan e.”

Xerîbşa Ozdemîr ji ber hejariyê di ser halê xwe re kûr û kûr difikire.

Nizane ka bikeve heyrê zarokan an bikeve heyrê xanî, an heyrê zexîre, cil û bergan.

Ew ketiye heyrê jiyanê lê jiyan bûye lehî û ew daye ber xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst