Li Zap-Avaşînê leşkerekî Kurd ê artêşa Tirkiyê hat kuştin

30-11-2022
RÛDAW
Nîşan Zap-Avaşîn Artêşa Tirkiyê PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Zap-Avaşîn a Herêma Kurdistanê ku zêdeyî heft mehan e operasyona Pence-Kilîd a Tirkiyê ya li dijî PKKê lê birêve diçe, leşkerekî Kurd ê ji Colemêrgê yê di nav artêşa Tirkiyê de hat kuştin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê roja Çarşemê 30ê Mijdara 2022an li ser hesabê xwe yê Twitterê kuştina leşkerekî wî welatî li navçeya operasyona Pence-Kilîd di nav axa Herêma Kurdistanê de ragihand.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, roja Çarşemê 30ê Mijdarê di encama êrîşeke PKKê de li devera operasyonê, leşkerekî wan ê bi navê “Nedim Korkmaz” ku ji parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ye canê xwe ji dest daye.

Herwiha wezaret di peyama xwe de îdîa dike 3 gerilayên PKKê ku destê wan di kuştina wî leşkerî de hebûye ji aliyê artêşa wan ve hatine kuştin. Lê derbarê mijarê de PKKê heta niha ti daxuyaniyek nedaye.

Artêşa Tirkiyê ji 17ê Nîsana îsal ve li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên li Herêma Kurdistanê li dijî PKKê operasyoneke nû ya bi navê "Pence Kilîd" daye destpêkirin ku heta niha berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst