Li Zanîngeha Dîcleyê 6 sal in beşa endazyariya madenê girtî ye

30-08-2024
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Amed Endezyariya Madenê Kanzayên Madenê
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Ev 6 sal in ku li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê beşa endazyariya madenê hatiye girtin.

Ji sala 2018an ve ji vê zanîngehê endazyarekî madenan jî derneketiye.

Ne tenê li Zanîngeha Dîcleyê, li zanîngehên Meletî û Şirnexê jî beşa endazyariya madenê hatiye girtin.

Wate li bajarên Kurdan êdî li zanîngehekê jî ev beş nemaye.

Li gorî birêvebirên endazyarên madenê, li bajarên Bakurê Kurdistanê niha ji 150 zêdetir kanên madenan hene û tenê ji van 35 kan li Amedê ne.

Kompanyayên lêgerîna kanzayê dikin nakin endazyar peyda nabin.

"Pêwîstiya kompanyayan herî kêm bi 100 endezyaran heye"

Serokê Odeya Endazyarên Madenê Nurî Alpaslan got:

"Li zanîngehên herêmê nebûna beşên endazyariyê, bi xwe re pirsgirêka peydakirina endazyaran aniye.

Di destê me de amareke zelal nîne lê niha li herêma me pêdiviya kompanyayan herî kêm bi 100 endazyarên madenê heye."

Di bin banê Komeleya Hilberînerên Mermer û Kanzayê (DÎMAD) de 40 kompanya hene.

Li gorî wan, nebûna endazyaran ji bo van kompanyayan bûye pirsgirêkeke mezin.

Ji ber vê yekê ew dixwazin beşa endazyariya madenê careke din li Zanîngeha Dîcleyê were vekirin.

"Em nikarin endazyarên madenê peyda bikin"

Serokê Komeleya Hilberînerên Mermer û Kanzayê ya Amedê Fexredîn Çagdaş got:

"6 sal in li vê derê em nikarin endazyarên madenê peyda bikin.

Ji derve jî çûnûhatin zehmet e û ji derve endazyar naxwazin werin li herêma me bixebitin.

Em dixwazin careke din li Zanîngeha Dîcleyê beşa endazyariya madenê vebe û zarokên vê herêmê bila karibin vê beşê li vir bixwînin.”

Di serî de li Amedê li tevahiya kompanyayên maden û mermerê meaşê herî kêm a endazyarekî ji hezar û 200 dolarî dest pê dike û heta 5 hezar dolaran jî diçe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst