Biryara parastina geliyên Munzûr û Pilemûrê xelkê Dêrsimê kêfxweş kir

01-09-2023
Ali Haydar Gozlu
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Geliyê Munzûrê Parastin Geliyê Pilemûrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Biryara tomarkirina geliyên Munzûr û Pilemûrê yên parêzgeha Dêrsimê ya di lîsteya “Navçeyên Hestyar ku Divê Bên Parastin” de Dêrsimî kêfxweş kirin.

Welatiya Dersimî ya bi navê Dîren Koçê got:

“Munzûr pîrozî û baweriya me ye, bila rêzê lê bigirin.

Bila destên xwe ji ser cografyaya me bikişînin. Em piştgiriya qanûnên rind dikin.”

“Em dixwazin wek xwe bimîne”

Welatiya bi navê Bedriye Akçîçekê anî ziman:

“Ez dixwazim xelkê me çi dixwaze ew bê kirin, ev biryar jî pişt re neyê guhertin.

Ez dixwazim xwezaya me xirab nekin, ji bo derxistina maden û zêran ev xak neyê wêrankirin, em dixwazin wek xwe bimîne.”

Roja 29ê Tebaxê biryar bi îmzeya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di Rojnameya Fermî de hat belavkirin û vê yekê Dêrsimî matmayî hiştin.

Ji ber parastina jîngeh û xwezaya navçeyê beşeke zêde ya Dêrsimiyan bi vê biryarê kêfxweş bûn lê beşeke wan ji wê biyarê biguman in.

Welatiyê bi navê Bulent Yuksel jî li ser biryarê got:

“Ez gelekî meraq dikim, 20-30 kes dibêjin dest nedine Munzûrê û bendavê çê nekin. Madem ev biryara wan rast e, çima berî çend salan we ev biryar neda?

Xelkê çend salan bi dirûşma “Dest nedine Munzûrê” xwepêşandan kir, vî xelkî ew kar kir.”

Hevserokê Komeleya Elewiyên Demokrat Musa Kullu jî got:

“Her kes dizane ev geliyê ku ava Munzûrê tê re diherike û geliyê Pilemûrê beriya 70 salî wek Parka Niştimanî hatine naskirin lê ti caran hikûmet pabendî vê biryarê nebû.

Daristan hatin şewitandin, rê dide ku maden bêne derxistin, rê dide her tiştî lê navê wê Parka Niştimanî ye.

Ev biryara nû ya ku bi îmzeya taybet a Erdogan hatiye dayîn, bixwe karesateke nû ye.”

Geliyên Munzûrê û Pilemûrê yên parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ji salên heftêyî ên sedsala borî ve ketine nav sînorê Parka Niştimanî.

Tevî wê yekê jî di nava 20 salên borî de li Dêrsimê 145 projeyên derxistina madenan hatine danîn û par jî ji bo derxistina madenan şeş projeyên nû hatin ragihandin.

Jîngeh û xwezaya parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ji ber wan projeyan ziyaneke zêde dîtiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst