Li Amedê dest bi ser 88 bermahiyên dîrokî yên serdama Roma û Bîzansê de hat girtin

30-07-2022
RÛDAW
Nîşan Amed Bermahiyên Dîrokî Roma Bîzans
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di operasyonekê dest bi ser 88 bermayeyên dîrokî yên serdama Roma û Bîzansê de hatigirtin. Têkildarî mijarê jî 4 kes hatin desteserkirin.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê parêzgariya Amedê ve hatiye belav kirin, hêzên ewlekariyê li ser agahiya ku hinek kes dixwazin li navçeya Çinar a Amedê çend bermayeyên dîrokî bi 2 milyon lîreyên Tirkî bifiroşin, lêkolînek dane destpêkirin.

Di encama lêkolînan de hêzên ewlekariyê di operasyonekê li taxa Cumhuriyet a girêdayî navçeya Çinarê de 4 kes bi gumana firotina wan bermayeyên dîrokî desteserkirin.

Di encama pişkînên li mal û otomobîlên wan kesan de jî dest bi ser 88 bermayeyên dîrokî yên serdama Roma û Bîzansê de hat girtin.

Hat ragihandin bermayeyên dîrokî bo Rêveberiya Muzexaneya Amedê hatine radestkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst