Tirkiyê operasyonek bo ser Qendîl, Xakurk, Gare û Zapê destpê kir

30-07-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, artêşa wî welatî îro binke û baregehên PKKê li navçeyên Qendîl, Xakurk, Gare û Zapê bombebaran kirine.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, îro operasyoneke esmanî li dijî binke û baregehên PKKê yên li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê hatiye encamdan.

Wezaretê diyar kiriye, di êrişê de “40 armancên PKKê” ku “sitargeh û depoyên çek û teqemeniyan bûne”, hatine jinavbirin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê daye xuyakirin, di rêya vê operasyonê re artêşa Tirkiyê derbekî mezin li PKKê daye û destnîşan kiriye: “Hêzên çekdarên Tirkiyê ji bo parastina ewlehiya welat û gelê xwe heta jinavbirina terorîstê herî dawî dê operasyonên xwe bidomîne.”

PKKê derbarê êrişan de hêj ti daxuyaniyek belav nekiriye.

Doh jî Tirkiyê ragihandibû, ku Saziya Istixbarata Niştimanî ya wî welatî (MÎT), di operasyonekê de endamekî PKKê yê bi navê Cimşît Demir ê bi nasnavê Pîro Karker ku navê wî di bultena sor de bûye, ji bakurê Iraqê girtiye û ew veguhastiye nav Tirkiyê.

Medyaya fermî ya Tirkiyê îdia kiriye, Cimşît Demir li Xakurk, Gare û Qendîlê di nav refên PKKê de çalakî kirine, sala 2014 derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye û bo dema salekê di nav refên PYD/YPG de bûye û herî dawî li Qendîlê bûye.

Tirkiyê di wan salên dawî de êrişên xwe bo ser PKKê hem li nav Bakurê Kurdistanê û hem li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê gelek zêde kirine. Herî dawî di 23ê Nîsana îsal de Tirkiyê operasyonek li dijî PKKê di nav axa Herêma Kurdistanê de û bi taybet jî li sînorê bajarokê Kanî Masê destpê kiriye, ku heta niha didome.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst