Li Rihayê nêzîkbûna cejna Qurbanê bazara ajelan germ kiriye

30-07-2019
RÛDAW
Ajeldar bi hêvî ne ku çend rojên din bazara wan germtir bibe
Ajeldar bi hêvî ne ku çend rojên din bazara wan germtir bibe
Nîşan Riha Cejna Qurbanê Bazar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê, ligel nêzîkbûna Cejna Qurbanê, bazara ajelan germ bûye û li Bazara Ajelan a li Taxa Yenîce ajeldaran dest bi firotinê kirin.

 

Ligel nêzîkbûna Cejna Qurbanê ajeldar bi hêvî ne bazar germtir bibe.


Di demekê de ku çend roj mane ji Cejna Qurbanê re, ajeldar berx, mî û gayên xwe dibin bazarê û difroşin.

 

Hinek kiryar gazinan ji giranbûna nirx dikin û ajeldar jî dibêjin, ji ber êm û alif giran bûye, lewra nirx giran tên dîtin.


Ajeldar bi hêvî ne ku çend rojên din bazara wan germtir bibe û bikaribin fêdeyeka baş bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst