Penaberê Kurd 45 roj in windaye

30-07-2016
RÛDAW
Nîşan Zanyar Hekim Penaber Fransa Winda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Penaberekî bi navê Zanyar Hekim beriya 3 mehan çûye Fransayê, vê bû 45 roj derbarê rewşa wî de tî agahî nîne.


Bavê Zanyar Hekim (22), Hekim Ehmed ji Rûdawê re ragihand, piştî ku kurê wî çûye Fransayê, ti agahî ji wî nestandine.


Hekim Ehmed diyar kir ku kurê wî 4 meh û nîv e ji Kurdistanê derketiye û wiha domand:


“Zanyar heta ku çû Fransayê peywendiyên me ligel wî hebû. Lê vê 45 roj in windaye û ti agahiyên me jê nîne.”


Ehmed da zanîn ku pirsgirêkên derûnî yê kurwê wî hene û got: “Sala 2013an nexweş ketibû. Piştî rêwîtî û pirçîbûnê nexweşiya wî dîsa destpê kiribû.”


Ji aliyên din ve hevalên Zanyar ji bavê wî re gotibûn, dema ku Zanyar ji wan cûda bibû, telefon û pere bi wî re nebûn.


Hekim Ehmed herwiha da zanîn ku wî Konsolxaneya Fransa ya Hewlêrê jî ji rewşê agahdar kiriye û got: “Bi rêya Hikûmeta Herêma Kurdistanê me Interpol jî agahdar kir. Lê hêj me ti agahî nestandine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst