DIHOK- Jina hatibû şewitandin canê xwe ji dest da

30-06-2024
RÛDAW
Nîşan Dihok Kufan Nûrî Tahir Çemankê Şerê Malbatan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Jina bi navê Kufan Nûrî Tahirê ya ku ji aliyê birayê xwe ve hatibû şewitandin îro li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Beriya bi 4 rojan birayê Kufan Nûrî Tahirê bi tundî li wê dabû û piştre ew şewitandibû.

Kufan Nûrî Tahir dayika 3 zarokan e û 35 salî ye û şêniya Taxa Maltayê ya Dihokê ye.

Birêveberê Nexweşxaneya Dihokê Şîrîn Enwer ji Rûdawê re da zanîn ku serê sibehê ji ber birînên giran û şewata zêde ya bedena xwe Kufan Nûrî Tahirê canê xwe ji dest da.

Bûyera lêdan û şewitandina Kufan Nûrî Tahirê 26ê vê mehê pêk hatibû.

Li gorî zanyariyan, nakokî di navbera hevjînê Kufanê û birayê wê de hebûne û piştre birayê wê ji ber nakokî û pirsgirêkên bi zavayê xwe li xwişka xwe daye û ew şewitandiye

Polîsê Duhokê ragihandibû tohmetbar li nahiyeya Çemankeyê ya Amêdiyê hatiye desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst