BI AMAR - Rewşa Efrînê roj bi roj aloztir dibe

30-06-2018
Xalid Cemîl Mihemed
Efrîn
Efrîn
Nîşan Efrîn Koçber Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Li Efrînê gelek grûbên çekdar hene û gelek caran li ser diziya mulkê welatiyan nakokî di navbera wan de derdikeve û pev diçin. Herweha gelek ji welatiyên Efrînê nikarin vegerin mal û mulkên xwe û bi eşkere vegera wan tê astengkirin.


Li kêleka talankirin, dizî, îşkencekirin û kuştinê, ku li ser destên çekdarên opozisyonê têne kirin, li herêma Efrînê, dest bi teqîna otomobîlên bombekirî jî hatiye kirin.

 

Li herêmê çekdarên opozsiyonê serdest û desthilatdar in, Tirkiye jî ewlehiya wir piştguh kiriye. Ji lewra gelek koçberên herêmê nikarin vegerin cih û warên xwe.

 

Rewşa zehmet û xirab bandorê li vegera koçberan dike. Jiyana wan di bin metirsiyan de ye û hin koçber jî dibêjin, her diçe tirsa wan bêhtir dibe, lê hinek jî dibêjin ku bi çi nirx û bihayî be, divê ew vegerin cih û warên xwe.

 

Koçberên Efrînê, di navbera zehmetiya vegerê û mana li koçberiyê de, dudil û bêzar bûne.

 

Piştî êrîşa Tirkiyê û hêzên opozisyona Sûriyê, 20ê Çileya 2018an, Rêxistinên Civaka Sivîl ragihandin ku bêhtir ji 150 hezar kesî koçberî derveyî Efrînê bûn.

 

 Amarên derbarê koçberan de wiha ne:

 

Neteweyên Yekbûyî jî ragihandibû ku nêzîkî 170 hezar kes, ji Efîrên koçber bibûne.

 

Ew koçber li deverên derdora Efrîn, Minbic, Şehba û nêzîkî Helebê bicih bûn. Hinek jî li kampan, hatin bicihkirin.

 

Kampa Fafînê, yan jî Berxwedan, 750 konî li xwe digire, pêşwaziya 5 hezar koçberî kiribû.

 

Nêzîkî 4 hezar koçberî li nav gundê Fafînê bi xwe bicih bûn.

 

Li Til Refhet û derdorê jî, nêzîkî 20 hezar koçberî hebûn.

 

Kampa Sosînê, nêzîkî 5 hezar koçberî li xwe girtin.

 

Li Hasîn, yan jî Kampa Serdemê, nêzîkî 4 hezar koçberî hatin bicihkirin.

 

Nêzîkî 12 hezar koçberî li gundê Ihris bicih bûn.

 

Hezar koçber li gundê Ehdas, bûn.

 

Li Til Qerahê 12 hezar koçber hebûn.

 

4 hezar koçber jî, li Babîsê hebûn.

 

Li herdu bajarokên Nubbul û Zehrayê 25 hezar koçber hebûn.

 

8 hezar koçber li Bênê û Ziyaret hebûn.

 

Di vê çarçoeveyê de, berpirsekî ji Rêxistinên Civaka Sivîl, ku hejmara wan 9 rêxistin in, ji Rûdawê re got ku 5ê Gulana 2018an, wan proseya bi navê (Serhildana Vegerê) ragihand, di vê proseyê de ,bêhtir ji 100 hezar koçberî vegeriyane cih û warên xwe. Lê hêj nêzîkî 90 hezar koçberî, li derveyî herêma xwe mane.

 

Çavên koçberên Efrînê li vegerê ye. Lê rewşa aloz li vê herêmê, ku hêj çareyek jê re nehatiye dîtin, hiştiye ku koçber bitirs behsa vegerê bikin, di demekê de ku gelek ji wan, ev rewş û metirsî, nabine rêgir, li ber vegera wan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst