Li Ranyeyê 4 hezar darên çamê hişk bûn

30-05-2024
RÛDAW
Nîşan Daristan Ranya Hişkbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li daristana Ranyeyê ya Rêveberiya Îdareya Serbixwe ya Raperînê 4 hezar darên çamê hişk bûn.

Rêveberê Îdareya Jîngehê yê Rêveberiya Serbixwe ya Raperînê Mihemed Kerîm eşkere kir ku ew dar ji ber guherina îqlîmê hişk bûne.

Daristana Ranyeyê di destpêka salên 1970yî li ser 915 donim erd li Çiyayê Kêwereşê hatiye duristkirin.

Li daristanê 25 hezar darên çamê ango sinewber hatine çandin.

Mihemed Kerîm li ser hişkbûna daran ji Rûdawê re axivî û da zanîn ku hişkbûna daran sala 2020an dest pê kiriye û berdewam dike û herî zêde jî îsal dar hişk bûne.

Li gorî gotina Mihemed Kerîm dar ji ber guherîna îqlîmê û kifikîbûnê hişk dibin.

Mihemed Kerîm amaje bi wê yekê jî kir ku dema darek kifik digire kifika wê derbasî darên din jî dibe û ji ber wê metirsî li ser hemû darên daristanê heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst