Li Rihayê cesedê keçika winda di kanala avê de hat dîtin

30-05-2024
RÛDAW
Nîşan Senem Han Cenaze Riha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelîliyeyê ya Rihayê cesedê keçika ku winda bûbû, di kanala avê de hat dîtin.

Senem Han a 15 salî  ku ji mala xwe derketibû û winda bûbû, berî bi 5 rojan ji bo dîtina wê xebatên lêgerînê hatibû destpêkirin.

Tîmên AFADê û polîsan di kanala avê ya ku ji nêzî taxê re derbas dibe de li Hanê geriyan.

Tîm di binê avê de geriyan û cesedê Hanê dît.

Tîmên tenduristiyê cenaze veguhast Saziya Tiba Edlî ya Rihayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst