Li Rihayê operasyona madeyên hişbir: 23 kes hatin desteserkirin

30-05-2024
Nîşan Riha Madeyên Hişbir Operasyon Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, doh di operasyona madeyên hişbir de 23 kes hatin desteserkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di salên dawî de bazirganî û bikaranîna madeyên hişbir zêdetir bûye.

Tîmên Şaxa Tawanên Narkotîkê ya Rêveberiya Ewlehiyê ya Rihayê, di çarçoveya xebatên li dijî bazirganî û bikaranîna madeyên hişbir de li navenda bajêr û navçeyên Bêrecûk, Sirûc, Siwêreg û Kaniya Xezalan bi ser 20 navnîşanan de girt.

Di operasyonê de 23 gumanbar hatin desteserkirin û hêzên ewlehiyên ew birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Rihayê.

Herwiha di operasyonê de 200 gram madeyên hişbir û 12 demançeyên qaçax jî hatin girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst