Baroyên Bakurê Kurdistanê bo rêgirtin li saxtekariyê li Amedê civiyan

30-05-2018
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Baroyên bajarên Bakurê Kurdistanê û hin bajarên Tirkiyê, ji bo ku rê li saxtekariyên di hilbijartinan de bigrin, li Amedê civiyan.
Baroyên bajarên Bakurê Kurdistanê û hin bajarên Tirkiyê, ji bo ku rê li saxtekariyên di hilbijartinan de bigrin, li Amedê civiyan.
Nîşan Bakurê Kurdistanê Amed Baro Tirkiye
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Ji bo ku di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de pêşî li sextekarî, dizî û hîlekariyê bê girtin, baroyên Bakurê Kurdistanê û hin baroyên bajarên Tirkiyê li Amedê civiyan.

 

Hiqûqnas bi dirûşma "Ji her binkeyeke dengdanê re parêzerek" dê navendeke kordînasyonê ava bikin û hewl bidin, ku nehêlin sextekarî çêbibe. Rêveberên HDP'ê jî dibêjin, dewlet dixwaze dengên HDP'ê kêm bike û wan di bin benda ji sedî 10'ê de bihêle. Ji ber vê yekê jî sandoqan vedigûhêze. Lê çi dibe bila bibe dê kurd biçin ser sandoqan û dengê xwe bidin.

 

Ji ber ku metirsî herî zêde li bajarên kurdan heye, parêzer bajarên kurdan weke "xeta sor" ango herêma bi rîsk dibînin. Ji ber vê yekê jî dê di hilbijartinên 24'ê hezîranê de, navendeke kordînasyonê bê avakirin û di vê kordînasyonê de parêzerên 30 baroyan cih bigrin.

 

Serokê Baroya Stenbolê, Mehmet Durakoglu di vê derbarê de ji Rûdawê re ragihand: “Piştî her hilbijartinê mixabin li Tirkiyeyê ji encaman zêdetir, ewlehiya hilbijartinê tê nîqaşkirin. Sandoq tên nîqaşkirin, aqûbeta deng têne nîqaşkirin. Ji bo ku ev hilbijartin bi silametê derbas bibe, em 30 baro ketin nava hewldanê. Em ê di 24'ê hezîranê de parêzerên xwe bişînin ser sandoqan. Em dê herêmên bi rîsk tespît bikin û zêdetir giraniya xwe bidin ser wan herêman. Em dê maseyeke qeyranê ava bikin û hemû agahiyan di bin kordînasyonekî de bicivînin û hemû parêzer dê di bin navenda vê kordînasyonê de karên xwe bimeşînin.”

 

Piraniya xelkê Amedê di wê baweriyê de ye ku di her hilbijartinan de sextekarî tê kirin û li hemberî vê yekê nerazî ne.

 

Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê, biryar da ku li hin gund û herêmên li ser 19 bajarên kurdan, sandoqên hilbijartinê veguhêze. Li van herêman 140 hezar hilbijêr hene û ew dê li devereke din deng bi kar bînin. Rêveberên HDP'ê li hemberî vê biryarê nerazî ne û dibêjin, armanc ji vê pêngavê kêmkirina dengên HDP'ê ye.

 

Serokê HDP'a Amedê, Şerîf Camcî ji Rûdawê re dibêje: “Ew çi bikin, ew van sandoqan bibin fîzanê jî, ew van sandoqan bibin Qesra Erdogan jî em bawer in ev gel dê herin wê derê û dengê xwe bidin. Em wan li vir niha hişyar dikin. Li gorî wê bila ewlekariya hilbijartinan bigrin. Mesûliyet a dewletê ye. Divê her cure derfetê bo hilbijêran amade bikin û ji niha de vê yekê zelal bikin.”

 

Hiqûqnas vê carê bi biryar in ku sandoqan li cihê wan biparêzin. Ji bo ku ewlehiya sandoqan bi awayeke hiqûqî bê parastin, gelek parêzerên ku dê bên peywirdarkirin jî ji aliyê baroyan ve bên perwerdekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst