Li Kampa Holê 19 kes ji ber diziyê hatin desteserkirin

30-04-2024
RÛDAW
Nîşan Kampa Holê Dizî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiya Navxwe yên Rojavayê Kurdistanê ragihand ku li Kampa Holê 19 kes ji ber diziyê hatine desteserkirin.

Hêzên Ewlehiya Navxwe bi daxuyaniyekê diyar kir, piştî agahî hat ku li Kampa Holê dizî hatiye kirin, Hêzên Dijî Tawanan dest bi lêgerîn û şopandinê kir.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlehiya Navxwe, di operasyona Hêzên Dijî Tawanan de 19 kes hatin desteserkirin ku destê wan di diziyê de heye.

Herwiha Hêzên Dijî Tawanan, dest bi ser gelek kelûpelan de jî girt.

Li gorî daxuyaniyê, kelûpelên ku dest bi ser wan de hatiye girtin ev in:

2 klîmayên avê, 2 tûpên gazê, perwaneyek, 4 tabloyên enerjiya tavê, 3 akûyên otomobîlan û çend kelûpelên din.

Li aliyê din, hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê ew diz radestî Dozgeriya Giştî kirine.

Kampa Holê ya ku di nav kampên herî metirsîdar ên cîhanê tê dîtin li rojhilatê bajarê Hesekê ye.

Li gorî amarên herî dawî yên rêveberiya kampê, 42 hezar û 781 kes li kampê hene.

19 hezar û 530 ji wan Îraqî, 16 hezar û 779 ji wan Sûriyeyî, 6 hezar û 461 ji wan jî biyanî ne.

Li hêla din, nasnameya 11 kesan jî ne diyar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst