Operasyona HSDê li Reqayê dijî DAIŞê berdewam e

30-01-2023
Loloxan
Wêne: SDF Press
Wêne: SDF Press
Nîşan HSD Operasyona Tolhildana Şehîdên Reqayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di roja xwe ya pêncem de, Operasyona Tolhildanê bo Şehîdên Reqayê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Asayîşa Navxwe ser bi Rêveberiya Xweser li parêzgeha Reqayê dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê berdewam e.

Hêzên hevbeş ên HSDê û Asayîşê, di herdû rojên 28 û 29ê vê mehê de, li taxên Firat, Kornîş, Nezlet Şihade û Ekrad yên Reqa û Tebqe û bajarokê Sefsafe li rojhilatê Tebqe pişkinîn kirin, di encam de 3 endamên DAIŞê û tebabek çek û teqemenî destser kirin. Du ji kesên desteserkirî wiha li kiryarên xwe mikûr tên:

Endamê DAIŞê Hisên Essaf Xelef got "Ez di Adara 2022ê de tevlî DAIŞê bûm. Planeke serbazî bo êrîşa ser beşê rojavayê Reqayê hebû. DAIŞê peywendî ligel Artêşa Azad li Idlibê kiribû, bi serpereştiya Ebû Bekir el-Himsî û Ebû Miawiya el-Helebî, li mala min bicîh bûbûn. Kelaşînkov û bombe û kemerên teqîner bi wan re bûn, piştre êrîşî beşê rojava kirin."

Endamê DAIŞê Mihemed Xelef Ewwad dibêje "Ez di 2015ê de tevlî DAIŞê bûm. Min dewreya teqandina elektronîk ji dûr ve li Badiyeya Dêre Zorê temam kir. Me dijî artêşa Sûrî û HSDê kar dikir. Ez bo bajarê Reqayê hatim şandin. Karê min amadekirina bombeyên teqînên ji dûr ve dijî kes û otombîlan bû."

Şeva 25ê Çileya 2023an, Hêzên Sûriyeya Demokratîk ligel Asayîşa Navxwe ser bi Rêveberiya Xwer bi piştîvaniya Hevpeymaniya Navdewletî dest bi Operasyona Tolhildanê bo Şehîdên Reqayê dijî şaneyên DAIŞê li parêzgeha Reqayê kirin, heta niha li gor Odeya Operasyonên Hêzên Hevbeş 116 endam û çekdarên DAIŞê di nav wan waliyê DAIŞê li Reqayê hatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst