Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Konseya Birêvebir a KCKyê Cemîl Bayik ragihand ku gavên ku îsal ji bo azadiya Abdullah Ocalan hatine avêtin encamên girîng bi xwe re anîne.
Hevserokê Konseya Birêvebir a KCKyê Cemîl Bayik roja şemiyê derbarê bûyerên ku di nava sala 2024an de qewimîne û armanc û bendewariyên wan ên ji sala 2025an, pêşhatên dawî yên li herêmê û di siyaseta Tirkiyeyê de ji medyaya nêzîkî PKKyê re axivî.
Bayik amaje bi gav û çalakiyên ku sala 2024an ji bo azadiya Rêberê Girtî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan hatine kirin da û got:
“Bi çalakî û bernameyên ku di salekê de pêk hatine encamên girîng hatine bidestxistin.
Pêngava Azadiyê karî ku tecrîda mutleq bîne rojeva raya giştî ya cîhanê.
Ev armanceke pir girîng bû û pêk hat. Divê ev pêngav sala 2025an bigihin encamê.”
“Gotin û nêzîkatiyên Bahçelî û rayedarên dewletê manîpûlatîf in”
Cemîl Bayik behsa hevdîtina bi Ocalan û biraziyê wî Omer Ocalan jî kir û anî ziman:
“Rêber Apo di hevdîtina xwe ya bi Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan re hem rewşa heyî û hem jî nêzîkatiya xwe bi awayekî zelal eşkere kir.
Divê gotina ‘Tecrîd berdewam dike’ ya Rêber Apo di hevdîtinê de baş bê fêmkirin.
Eger Rêber Apo tevî hevdîtinê û ev qas peyamên Devlet Bahçelî û rayedarên dewletê van tiştan dibêje, nexwe li holê ti niyeta çareseriyê nîne lê operasyona siyasî ya dewletê heye.
Jixwe gotin û nêzîkatiyên Bahçelî û rayedarên dewletê gelekî manîpûlatîf in.
Têgihiştineke ku qey dê tiştekî erênî bikin heye lê rastî berovajî ye.”
Hevserokê Konseya Rêveber a KCKyê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn:
“Tê gotin ku pirsgirêka Kurdan nîne, PKK dijmin e.
Ev nêzîkatî nîşan dide ku siyaseta înkar û îmhayê ya sed salî berdewam dike.
Ji ber vê yekê pêvajoyeke ku bi giranî li ser şerê taybet tê meşandin heye.
Wateya gotina ‘Tecrîd berdewam dike’ ya Rêbertî ev e.
Rêber Apo bi vê yekê bal kişandiye ser şerê taybet. Bi qasî li siyasetê li çapemeniyê jî manîpulasyoneke giran heye.”
“Dewleta Tirk neçar maye ku biçe ber lingê Rêber Apo”
Cemîl Bayik her wiha anî ziman:
“Bê guman niyet çi dibe bila bibe dewleta Tirk neçar maye ku biçe ber lingê Rêber Apo û mixetabbûna wî qebûl bike.
Ev rastî jî heye. Helbet ev yek bi geşedanên derve re jî girêdayî ye.
Geşedanên li Rojhilata Navîn dewleta Tirk gelek nîgeran dike.
Rojhilata Navîn ji nû ve tê dizaynkirin. Dema ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dizaynkirin, avahiya wî ya ji pergala netewe dewletê tê derbas kirin.
Ev jî dewleta Tirk ku li Rojhilata Navîn xwedî çêkera herî netewe-dewletparêz e, ditirsîne.
Ji ber ku dewleta Tirk dibîne ku ev rewş wê bandorê li wê jî bike û bingeha wê ya netew-dewletparêz neyê parastin.”
Cemîl Bayik behsa êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê jî kir û got:
“Dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHPyê dev ji zîhniyet û polîtîkayên xwe yên qirkirinê bernedaye.
Wekî doh îro jî bi temamî ji bo tasfiyekirina tevgera me û qirkirina gelê me hewl dide.
Jixwe bi rewşa nû ya li Sûriyeyê re, bi çeteyên xwe yên SMOyê (Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê) berê xwe da Rojava û ev yek bi hemû zelaliya xwe planên qirkirin û dagirkeriyê yên li ser Rojava derxist holê.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse