Xerîb Hiso: Tirkiye derfeteke dîrokî ji dest dide

Duh li 12:05
Nîşan PYD Xerîb Hiso Tirkiye Rojavayê Kurdistanê Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê PYDyê Xerîb Hiso li ser daxuyaniyên MHP û AK Partiyê yên li ser Ocalan got, “Tirkiye derfeteke dîrokî ji dest dide.”

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso mijarên sereke yên li rojevê ANHAyê re nirxandin.

Xerîb Hiso diyar kir diyar kir ku Tirkiye bihêzbûna xwe di êrişkirina Kurdan de dibîne û got:

“Dewleta Tirk her tim xwe wiha qani kiriye ku çi qasî êrişî Kurdan bike dê ew qasî li ser lingan bimîne.

Ev ji xwe re wekî çareseriyê dît lê ji niha û pê ve bi vê şêwazê çareseriyek çênabe.

Sed sal in bi komkujî, talan, dagirkeriyê tiştek bi ser nexist.

Lê hîn jî di siyaset, hovîtî û faşîzmê de bi israr e. Li Rojhilata Navîn jî ti rola wê nemaye, têk çûye, belav dibe û di hundirê xwe de jî di nava nakokiyên mezin de ye.

Çareseriya pirsgirêk û nakokiyên di hundirê Tirkiyeyê de ne li derveyî sînor e.

Ev êrişên wan ên li herêma me, êrişên terorîst û tirsonekan in.

Ji ber wê jî temenê wan kin e. Êdî ew dem derbas bû ku vî gelî birçî û koçber bikin. Îradeya ji van êrişan mezintir e.”

“Dewleta Tirk ji bo Filistînê dengê xwe bilind dike lê Kurdan jî qir dike”

Xerîb Hiso amaje pê kir ku cîhan li hemberî êrişên Tirkiyeyê bê deng dimîne û pê de çû:

“Civaka navneteweyî ji bo gelê Filistînê dengê xwe bilind kir lê ji bo Kurdan bê deng e.

Ev edaleteke bêbext e. Dewleta Tirk ji bo Filistînê dengê xwe bilind dike lê Kurdan jî qir dike. Ev durûtî û derewa herî mezin e.”

“Tirkiye giraniya xwe winda dike”

Xerîb Hiso got, “Pêwîstiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi aştî û diyalogê heye” li pey çû:

“Ger ev gav neyên avêtin Tirkiye dê li herêm û cîhanê zererên gelekî mezin bibîne.

Tirkiye giraniya xwe winda dike. Rayadarên Tirk jî vê baş dizanin. Tirkiye neçar e ku di vê demê de gavên diyalogê biavejê.

Neçar e bi Kurdan û hemû pêkhateyên Tirkiyeyê re dest bi diyalogê bike.

Lê dê ti bawerî di wê diyaloga navxweyî de nebe ku tenê bi Tirkiyeyê re bi pêş bikeve.

Ji ber ku Tirkiyeyê ti carî diyalogeke navxweyî çênekiriye û dest bi aştiyeke fermî nekiriye.

Dagirkerî, kuştin û hovîtî hene. Sûriye, Îraq, Qerebax û Libya dagir kirine.

Bi vê dagirkeriyê re Tirkiyeyê ji aliyên aborî, siyasî, leşkerî û civakî v3 xwe rezîl kir. Bi vê şêwazê nikarin herin serî.”

“Tirkiye derfeteke dîrokî ji dest dide”

Hevserokê PYDyê axaftinên MHP û AK Partiyê yên li ser Abdullah Ocalan jî wiha nirxandin:

“Ji aliyê desthilatê ve gotin hatin kirin lê çi qasî xwediyê vê axaftinê ne ne diyar e.

Di nava Tirkiyeyê de bingeha vê heye yan nîne? Ev 26 sal in dewleta Tirk bi esîrgirtina Rêber Apo re bingeha vê kilîl kiriye.

Rêber Apo wekî derfeteke dîrokî ye. Tirkiye vê derfetê ji destê xwe dide. Ger ne ji berxwedana Îmraliyê, gelan, gerilayên azadiyê û jinan bûya, ev gotinên AKP-MHPyê jî nedibûn.

“Rêber Apo mixatab e”

Ger hikumeta desthilat a Tirkiyeyê bixwaze rûpelekî nû veke, bila kerem bike Rêber Apo mixatabê çareserî, aştî û diyalogê ye.

Peyama Rêber Apo keyfxweşiyeke gelekî mezin xiste dilê hemû mirovên ku ji bo azadiya wî ya fîzîkî têdikoşin.

Rêber Apo bi zelalî dibejê deriyê min ji bo diyalog, aştî û gaveke nû vekirî ye.

Ger hûn bixwazin gavekê ji bo Tirkiyeya demokratîk û aram biavêjin, dawî li siyasetên kevn bînin.

Pêwîstiya Tirkiyeyê bi qonaxeke nû heye.

Ji bo wê di domandina tecrîdê de ti sûd tune. Azadiya fîzîkî esas e. Di bin tecrîdê de dan û standin çênabin.”

“Tirkiye û Sûriye lawaz in û xitimî ne”

Hiso amaje pê kir ku ger bipêşketinek li Tirkiyeyê çêbibe dê bandorê li Sûriyeyê jî bike û anî zimên:

“Pêwîstiya diyalogê çawa li Tirkiyeyê heye li Sûriyeyê jî heye. Hikumeta Şamê xwe ker kiriye û ji diyalogê dûr e.

Dema bipêşketin li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çêbibe dê bandoreke erênî li Sûriyeyê jî bike.

Li wir neyînî be ji xwe berê jî li Sûriyeyê neyînî ye.

Her du alî jî di nava xitimandin û lawaziyekê de ne. Li Tirkiyeyê pirsgirêk çareser bibe dê li Sûriyeyê jî çareser bibe.

Mînak, dê peymanên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de têk diçin, dagirkerî divê nemîne, pirsgirêka Sûriyeyê bê çareserkirin û her kes vegere warê xwe.

Lê heta ku li Tirkiyeyê alozî û derve jî dagirkerî hebe, ev dibe sedema xitimandina bipêşxistina diyaloga navxweyî û çareseriyê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst