KARESATA HEMDANIYEYÊ - Maryaya 1 salî ji hemêza bavê xwe ket û mir

29-09-2023
Nayîf Remezan
Maryaya 1 salî ji hemêza bavê xwe ket û canê xwe ji dest da
Maryaya 1 salî ji hemêza bavê xwe ket û canê xwe ji dest da
Nîşan Şewata Hemdaniyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çîrokên piştî karesata Hemdaniyeyê bi dawî nabin, îro 10 cenazeyên din hatin veşartin.

Jinekê ji malbata xwe 12 kes ji dest dan, ew di dema veşartina cenazeyên hezkiriyên xwe de dikir hawar û digiriya.

Pîreke ku neviya wê di şewata hola dawetê ya li navçeya Hemdaniyeyê ya Nînowayê de canê xwe ji dest da wêneyê neviya xwe çend caran maç kir û ji bo wê giriya.

Karwana sêyem a qurbaniyên şewata Hemdaniyeyê îro li Goristana Qiyameyê hat veşartin.

Marya Eseda ku salek û heşt mehî bû, dema ku agir bi holê ket, di hemêza bavê xwe de bû û ji lê dema ku agir gur bû, ji hemêza bavê xwe ket û tevî dapîra xwe û 8 endamên din ên malbata xwe canê xwe ji dest da.

“Keça min gelekî ji min hez dikir”

Bavê Maryayê, Esed Qiryaqos ji Rûdawê re ragihand:

“Keça min canê xwe ji dest da, diya min û birayê min canê xwe ji dest da û birayekî min ê din jî tevî du kur, keçek û hevjîna xwe li wir canê xwe ji dest da.

Keça min gelekî ji min hez dikir, dema ez ji kar vedigeriyam li ber derî li hêviya min dibû.”

Heta niha 12 jê zarok 68 cenaze li Goristana Qiyameyê hatin veşartin.

Jineke din a ku ji malbata 12 kes ji dest dan, ji bo wan digirî.

Tiba Dadî ya Mûsilê heta niha 102 cenaze tomar kirine ku 34 ji wan heta niha jî nayên nasîn û testên DNAyê ji bo wan hatine kirin.

30 birîndar jî li nexweşxaneyan in û rewşa wan nebaş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst