PSK û PAK: Îranê nikarê pêşiya tekoşana gelê Kurdistanê bigre

29-09-2022
RÛDAW
Nîşan PSK PAK Êrîşên Îranê Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Herdu partiyên Bakurê Kurdistanê, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) êrîşa mûşekî û dronên ên Îranê bo ser baregeh û binkeyên hizbên siyasî yên li nav axa Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Duh Supaya Pasdarên Îranê çendîn êrîşên mûşekî û dronan bir ser baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Koyeyê, Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li Zirgiwêz a Silêmaniyê û Partiya Azadiya Kurdistanê li Pirdê.

PAK û PSKê her yekê cuda derbarê êrîşên Îranê yên li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li nav axa Herêma Kurdistanê de daxuyanî dan û ew êriş şermezar kirin.

“Xeyela rejîma Komara Îslamî ya Îranê pûç e”

Di daxuyaniya xwe de PSK dibêje: “Armanca rejîma dagirker a Îranê ji wan êrişan pêşilêgirtina xebata gelê Kurdistana Îranê ye, ku di wan rojên dawiyê de bi berxwedanê xwe ve rejim lerzend. Lê xeyela rejîma axundên kevneperest û kurdkujê Îranê pûç e, nikarê pêşiya tekoşana gelê me li Kurdistanê Rojhilat bigre.”

PSK piştgiriya xwe ji  bo gel, rêxistin û partiyên Rojhilatê Kurdistanê nîşan da û bang li civaka navnetewî kir: “Em daxwaz ji humu rêxistinên mirovdostên Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî (UN) û welatên rojava dikin, ku dengê xwe li siyaseta êrîşkarê Îranê bilind bikin û nehelin, ku dubare bike. Ev êriş binpêkirina serweriya Herêma Kurdistan û Iraqê ye. Em daxwazê ji Hikûmeta Herêma Kurdistan û Baxda dikin, ku vê êrişî bikine mijara UN û derheqa Îranê de gilî tomar bikin.”

PSKê herwiha serxweşiya xwe pêşkeşê malbat qurbaniyan ku û şifa ji bo birindaran hêvî kir.

“Îran dixwaze bi êrişan şikestina xwe binixumîne”

PAKê jî di daxuyaniya xwe de got: “Piştî ku dewleta Îranê keça Kurd Jîna  Emînî bi îşkenceyê kuşt, gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û gelê  Îranê, ji bo protestokirina kurştina Jîna Emînî, bi beşdariya bi deh hezaran kesan, greva giştî û serhildaneke mezin li dar xistin û ev serhildan hîna jî berdewam e. Dewleta Îranê heta niha 76 xwepeşander qetil kirîye û bi hezaran jî girtî û birîndar hene.”

PAK tekez kir ku “Dewleta Îranê dixwaze rûyê xwe yê zordest û zalimane û şikesta xwe ya li himberî serîhildana gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê, bi êrîşên eskerî yên dijminane binixumîne. Helbet bi van êrîşên dijminane, Dewleta Îranê dê nikare  rê li ber doza azadiya gelê Kurdistanê bigire, dê nikare vê serîhildana meşrû ya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê tune bihesibîne.”

Di dawiya peyama xwe de PAK dibêje: “Em van êrîşên Dewleta Îranê yên ku li ser baregehen sê partiyên Rojhilatê Kurdistanê hatine kirin rûreş dikin û em piştgirîya xwe li her sê partiyan û li gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê radigihînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst