Karîkatorîstê navdar ê Îtalî wêneyê wê keça li Koyeyê xêz kir û ji Rûdawê re şand

29-09-2022
RÛDAW
Nîşan Gianluca Costantini Êrîşên Îranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Karîkatorîstê Îtalî Gianluca Costantini wêneyê wê zaroka Kurd Hayna Samrend a li Koyeyê ku ji tirsa bombebarana Îranê guhên xwe girtibûn xêz kir, ji Rûdawê re şand û got, “Bombebarankirina sivîlan karekî pir tirsonek e.”

Wênesazê Îtalî Gianluca Costantini yê ku wênesazekî navdar ê Ewropî ye, îro Pêncşemê 29ê Îlona 2022an wêneyekî Hayna Samrend ji Rûdawê re şand. Gianluca Costantini di heman demê di Twitterê de jî belav kir û li ser parvekirina xwe nivîsand, “Ji gelê Kurd re azadî.”

Wênesazê Îtalî Gianluca Costantini li ser êrîşên roja Çarşemê yên Îranê li dijî partiyên Rojhilatê Kurdistanê ku di encamê de 15 kesan canê xwe ji dest dan û 46 kes jî birîndar bûn, ji Rûdawê re got, “Bombebarankirina sivîlan karekî pir tirsonek e.”

Wênesazê Îtalî berî niha jî çendîn tabloyên Kurdên ji her çar parçeyan xêz kiribûn û bi hunera xwe êş û azarên Kurdan nîşanî Ewropayê dabûn. Roja 21.09.2022an wêneya keça Kurd a Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî ya ku li Tehranê ji aliyê polîsên exlaqî ve rastî lêdanê hatibû û piştre canê xwe ji dest dabû, xêz kiribû.

Bi heman awayî di 30.08.2022an de wêneyê Elî Riza Arslan jî xêz kiribû ku di 29.08.2022an de li Amedê 7 sal piştî qetilkirinê, hestiyên kurê xwe Hakan di telîsekê de hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê dabûne wî. Gianluca Costantini gotibû, “Pir hestyarî û trajîk bû, bê guman tijî tundûtûjiyê. Hestiyên kurekî di destê bavê wî de ne; tiştê di destên vî zilamî de kurê wî ye ku jê re digot bav.”

Wênesazê Îtalî Gianluca Costantini di sala 2015an de wêneyê Alan Kurdî jî xêz kiribû û belav kiribû û bibû rojeva Ewropa û cîhanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst