Li Xarpêtê çêkirina benî dest pê kir

29-09-2021
RÛDAW
Nîşan Xarpêt Bakurê Kurdistanê Benî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê çêkirina benî destpê kir. Benî bi awayekî xwezayî ji ava tirî, gûz û ardê aşan tê çêkirin û qet madeyeke kîmyewî nayê bikaranîn. Her çiqas salên dawî li fabrîkeyan jî çêkirina benî zêde bûye, lê ti caran tama beniyê xwezayî nadin.

Benî şîraniyeke taybet e li Kurdistanê ku zivistanan tê xwarin û di şevên dirêj ên zivistanan de ji ser sifreyên xelkê kêm nabe, bi awayekî zehmet tê çêkirin. Berhemanîna benî piştî werza berhevkirina rezan destpê dike. Li gundê Hoxû yê ser bi Xarpêtê malbata Ozyalcin, bi tiriyên ji rezên xwe berhev dikin, benî çêdikin û bo bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê difroşin.

Îbrahim Ozyalçin ku li cotkarekî gundê Hoxû yê Xarpêtê ye, dibêje: “Rezê me bi xwe heye, ji bav û kalên me maye. Piştî bavê xwe min dewam kir. Wek her sal em ê îsal jî dest bi çêkirina benî bikin. Berî her tiştî me tirî ji rezê xwe berhev kir. Piştre me gûzên xwe li ser dezî rêz kirin. Me ava tiriyê xwe derxist û di beroşan de keland. Paşê me hinekî sekinand ku bêhna xwe vede.”

Piştî tê kelandin, ava tirî vala teyşteke fireh dikin û deziyên gûz tê de hatine rêzkirin, dikin nav ava tirî û piştre li ber rojê tên radixin da ku hişk bibe. Ev kar sê caran tê dubarekirin. Piştî karê mehekê ku di dawiya meha Îlonê de destpê dike û westeke zêde benî bo firotinê amade dibin. Ji ber bi awayekî xwezayî tê çêkirin daxwazeke zêde li ser beniyan heye.

Îbrahim Ozyalçın dibêje: “Xelk bêriya berhemên me yên kevin ên xwezayî dikin. Sala par ji Enqere, Îzmîr, Amed û Colemêrgê û heta ji derveyî welêt ji Romanya daxwaz kirin.”

Malbata Ozyalcin hemû bi hev re di karê çêkirina benî de dixebitin û jin û mêr û zarok alîkariya hev dikin. Birgul Ozyalçın jî dibêje teve zarokên xwe bi kêfxweşî di karê çêkirina beniyan de dixebitin.

Birgul Ozyalcin diyar kir: “Zarokên bi kêfxweşî dixebitin. Ji bo wan jî dibe çalakiyek. Xwezayî ye, li şûna şekir û çîkolatayan bikar tînin benî gelekî baştir e. Bikar anîna berhemên xwecihî hîn baştir e. Qet tiştekî kîmyewî di nav de nîne. Hemû xwezayî ye, ji ava tirî çêdibe. Şekir tê de nîne. Ardê aşan tê bikaranîn. Ji ber wê gelekî bi tendirustî ye.”

Kurê malbatê Ali Ozyalcin ku xwendekarê zanîngehê ye dibêje, ez dixwazim karê çêkirina benî ji bavê xwe fêr bibim û piştî bavê xwe vî karî dewam bikim.

Ali Ozyalcin ragihand: “Çawa bavê min di rezê xwe de ji bavê xwe fêr bûye, ez jî dixwazim fêr bibim û vê kevneşopiyê berdewam bikim.”

Li bajarê Xarpêtê salane nêzîka 100 hezar ton tirî tê berhevkirin. Herwiha li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji sedî 11ê tiriyê ku di çêkirina şerabê de tê bikaranîn li Xarpêtê tê berhemanîn. Tiriyê ku li Xarpêtê tê berhemanîn ji bilî şerabê bo çêkirina bastiq, mewij, benî û dimis jî tê bikaranîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst