Mêrekî li ber çavên zarokên xwe her du hevjînên xwe jî kuştin

29-07-2023
RÛDAW
Nîşan Soran Kuştina Jinan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Soranê ya Hewlêrê mêrekî li ber çavên zarokên xwe her du hevjînên xwe jî kuştin.

Nûçegihanê Rûdawê ragihand ku kujer piştî bûyerê xwe radestî polîsan kiriye.

Li taxa Kaniyê ya Soranê danê sibehê welatiyekî du hevjînên xwe kuştin ku di du malên li kêleka hev de dijiyan.

Nûçegihanê Rûdawê Endam Cebar da zanîn ku bûyer di demjimêr 06.30an de qewimî û wî kesî li ber çavên zarokên xwe hevjînên xwe kuştine û piştre xwe radestî polîsan kiriye.

Hêzên ewlehiyê li ser bûyerê lêpirsîn daye destpêkirin û cenazeyê her du jinên ku canê xwe ji dest daye ji bo Pizîşkiya Dadê ya Soranê hatine şandin.

Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji xizmên kujer û qurbaniyan bi dest xistine, bi 2 her du jinan re jî pirsgirêkên wî hebûn û “bi berdewamî şkence li wan kiriye û gelek caran xwestiye wan bişewitîne.”

Nûçegihanê Rûdawê herwiha got ku her du jin jî di malên xwe de hatine kuştin.

Heta niha aliyên fermî li ser bûyerê ti agahiyek nedaye û biryar e polîsê Îdareya Serbixwe ya Soranê bi civîneke rojnamevaniyê hûrgiliyan ji raya giştî re parve bike.

Ji her du jinan 7 zarokên kujer hene. Temênên van zarokan di navbera salek û 14 salan de diguherin. 

Nûçegihanê Rûdawê ragihand, hinek ji wan zarokan dema bûyerê di xew de bûne. Wextê ku xew rabûne wan bûyer dîtiye.

Polîsê Herêma Kurdistanê sala borî li Herêma Kurdistanê 183 bûyerên kuştina bipilan, 32 bûyerên kuştina biqeza û 240 bûyerên xwekuştinê tomar kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst