Li Amedê otomobîlek wergeriya: 4 kes birîndar bûn

29-06-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Amed Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek wergeriya û di encamî de ji malbatekê 4 kes birîndar bûn.

Di duyemîn roja Cejna Qurbanê de bûyerên trafîkê berdewam in. Li ser rêya parêzgehên Amed û Rihayê otomobîlek ji rê derket û wergeriya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendermeyan çûne cihê bûyerê û 2 kesên ku di nav otomobîlê de asê mabûn hatine derxistin.

Li gor zanyariyan di encama qezayê de dayik, bav û 2 zarokê wan birîndar bûne û ji bo nexweşxaneyên cuda yên parêzgeha Amedê hatine veguhestin.

Derbarê rewşa kesên birîndar de ti zanyarî nehatine belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst