Hunermendên Kurd piştî serdana Wezareta Pêşmerge: Em şerê navxwe naxwazin

29-06-2021
Sîna Soma
Sîna Soma
Şivan Perwer û Diyar Dêrsim, endamên şanda hunermendên Kurdistanê bo serdana Wezareta Pêşemrge, piştî serdanê daxuyaniyê didin medyayê. Wêne: Rûdaw
Şivan Perwer û Diyar Dêrsim, endamên şanda hunermendên Kurdistanê bo serdana Wezareta Pêşemrge, piştî serdanê daxuyaniyê didin medyayê. Wêne: Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şandeke hunermendên Kurdistanê serdana Wezareta Pêşmerge kirin û bi Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl re civiyan. Piştî civînê hunermendê mezin ê gelê Kurd Şivan Perwer ragihand ew naxwazin di navbera partiyên Kurdî de şer hebe. Diyar Dêrsim jî û got, “Birêz Wezîrê Pêşmerge jî got ku ew şerê navxwe naxwazin.”

Şandeke hunermendên Kurdistanê ku ji hunermend Şivan Perwer, Diyar Dersim, Firmêsk Hafiz, Hesen Şerîf û Beser Şahîn pêk dihat, îro serdana Wezareta Pêşmerge kirin û bi Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl re civiyan.

Piştî civînê Şivan Perwer di derbarê armanca serdana şandê de ji medyayan re axivî û got, “Em wek hunermendên Kurd, ji bo ku daxwazên xwe bînin ziman em hatin vir û em bi dilekî germ hatin pêşwazîkirin. Li welatê me hin tişt çê dibin ku me hemûyan diêşînin, tevahiya milletê Kurd diêşînin. Dijminên Kurd carek din dixwazin Kurd rabin hemberî hev û şerê hev bikin daku fêdeyek bigihe dijminên Kurdan.”

Şivan Pewer destnîşan kir ku tevahiya raya giştî ya milletê Kurd li deverê û li cîhanê li benda hêviyek mezin e û got: “Îro li Başûrê Kurdistanê destkeftiyên pir girîng hene û ev ji bo gelê Kurd hêviyek mezin e. Divê gelê Kurd wek çavên xwe vî cihî biparêze, divê ti şerek li vir di navbera Kurdan de çênebe. Ev herêm hêvî, rabûn, pêşeroj û pêşkevtina milletê Kurd e. Ji ber vê sedemê, weke hunermendên Kurd, em hatin me Wezareta xwe ya Pêşmerge ziyaret kir. Dilê me gelekî xweş bû, pêşwaziyeke gelekî baş kirin. Em ji bo her xizmetek ji bo gelê Kurd, ji bo bextewariya wê, ji bo aştiya navxweyî ya li Kurdistanê amade ne. Kurdistan welatek zêrîn e, hêja ye. Kurdistan dergûşa dîrok û şaristaniyê ye, û gelê Kurd divê nirxê wê axa xwe bizane.”

Perwer li ser pirsa, "Gelo bersiva Wezîr ji daxwazên we re çi bû", wiha bersiv da: “Destê wî xweî, pêşwaziyeke gelekî baş kir. Ew jî ji dilvîn û dilxwazê milletê xwe ye, ji gelê xwe hez dike û xizmetek baş dike û di erkekî baş de ye. Mala wî ava û em jê gelekî memnûn in.”

Derbarê bernameya şanda hunermendên Kurdistanê de jî, hunermend Şivan Perwer got, “Ji bo çi deverê pêwîst bike, em dê biçin serdan bikin. Weke me got, milletê Kurd milletekî rengn e, hunera Kurd jî hunerekî rengîn e, hunermendên Kurd ji her aliyekê Kurdistanê dikarin werin  ba hev û vê rengîniyê bidin hevdu û bidin xelkê xwe jî. Ji ber vê jî ev yekîtiya hunermendan ku niha heye, berdewam dibe.”

Diyar Dêrsim: Wezîrê Pêşmerge got ku ew şerê navxwe naxwazin

Endamê şanda hunermendên Kurdistanê ku îro serdana Wezareta Pêşmerge kir, hunermendê navdar Diyar Dêrsim jî ji medyayê re axivî û ragihand: “Me silav û ricayên hemû hunermendên Yekîtiya Hunermendên Kurd ji bo Wezareta Pêşmerge anî. Pêşmergeyên Kurdistanê heya îro bi sebir aştiya di nav Kurdan de parastine. Em dixwazin ku Pêşmergeyên Kurdistanê ji niha û pê ve jî hin roleke erênîtir bilîzin, daku di navbera Pêşmergeyên Kurdistanê û gerîlayên azadiyê de tiştek çênebe.”

Dêrsim destnîşan kir ew li bendê ne ku hêzên Kurd mil bi milê hev şer bikin, çawan ku li Kerkûk û Kobanî Pêşmerge û gerîla mil bi milê hev şer kirin û got: “Divê dayikên me dayikên Kurdistanê mîna dayikên din li cîhanê ji bo şehîdên şerê navxweyî stêran nerijînin û negirîn. Wek hunermendan, hestê humernedan û dengê vî gelî em hatin li cem pêşmergeyên welatê xwe û me rica kir. Wezîrê Pêşmerge jî ew soz dan ku ew jî şerekî navxweyî naxwazin. Eger şerek bibe, ew dê xizmeta dewletên dagirker bike, xizmeta dewleta Tirk dike. Her kes dizane dijminên gelê Kurd kî ne, dijmijên gelê Kurd gelek in.”

Hunermend Diyar Dêrsim diyar kir ku ew dê di çarçoveya serdana xwe ya li Herêma Kurdistanê de biçin serdana rêxistinên çapemeniyê û got, “Îro her kes, hunermend, her kes divê bala xwe bide zimanê ku ew bikar tînin. Divê ew zimanê aştiyê bikar bîne û peywira aştiyê bimeşîne. Ji ber ku ya ku welatê me û gelê me îro hewceyî pê heye ev e.”

Li ser pirsa "Hûn dê biçin Qendîlê", Dêrsim wiha bersivand: “Planeke me ya wisa tune. Em dê biçin serdana rêxistinên çapemeniyê û em dê sibê daxuyaniyeke çapemeniyê bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst