Li Dîlokê demsala firîkê dest pê kir

29-05-2024
RÛDAW
Li Dîlokê demsala firîkê dest pê kir / Wêne: AA
Li Dîlokê demsala firîkê dest pê kir / Wêne: AA
Nîşan Ferîk Dîlok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Erebanê a Dîlokê dema çêkirina firîkê ye ku li vir li Başûrê Kurdistanê jê re dibêjin qerexerman ku xwarineke bi nav û deng û kevnar a Kurdan e.

Dema genim ji şîr xilas dibe, cotkar dest bi çêkirina firîkê dikin.

Ji 600 kîlo genimê ter, 300 kîlo firîk derdikeve.

Genimê şîn berhev dikin û li cihekî kom dikin û piştî rojekê dest bi şewitandinê dikin.

Piştî şewitandinê simbilan hişk dikin û li bîçerê dixin û ji kargehan re dişînin.

Lê hostatî ji şewitandina firîkê re divê, zêde bişewite jî nabe û şewata wê kêm jî be, tama wê tê guherin.

Navê din ê firîk qerexerman e

Li navçeya Erebanê ya Dîlokê cotkaran zend û bendê xwe badane û dest bi çêkirina firîkê kiriye.

Firîk an qerexerman yek ji xwarina bi nav û deng û kevnar a Kurdan e.

Salane li deşta Ereban ku wekî deşta genim tê naskirin vê demsalê dest bi çêkirina firîkê tê kirin.

Serokê Odeya Bazirganiyê yê navçeya Erebanê Hasan Altun li ser çêkirina firîkê wiha got:

“Wekî hûn dibînin, firîk dema genim kesk tê çêkirin.

Dema genim ji şîr xilas dibe divê dest bi çêkirina firîkê bê kirin.

Cotkarek ku ji genimê pêgihiştî 600 kîlogram genim berhev bike ji heman genimî ku terbe 300 kîlogram firîk derdikeve.

Ji ber hîn kesk e lê tama firîkê cuda ye. Karekî zehmet e.”

Cotkar destpêkê genim hîn kesk  dirûn û li cihekî kom dikin û piştî rojekê dest bi şewitandinê dikin.

Piştî şewitandinê simbil bi tenê dimîne.

Simbilê genim tê hişkkirin û li bîçerê tê xistin, piştre ji kargehan re dişînin.

Lê cotkar dibêjin divê yê ku firîkê çêbike vî karî bizane ji ber ku asta şewitandina firîkê gelekî girîng e.

“Herkes nikare firîk hazir bike”

Cotkarê bi navê Kasim Demîr jî got:

“Her kes nikare genimê firîkê bişewitîne, ev kar pisporiyê dixwaze.

Ji ber ku eger zêde bişewitê libên firîkê nîvşewitî dibin.

Eger tu kêm bişewitînî xav dimîne, lewra divê kesê vî karî bike jê bizane.”

Ev kar li jêr germahiya 35 pileyan de tê kirin û Çêkirina firîk tenê di nava 10 rojan de tê kirin.

Li Bakurê Kurdistanê firîka Dîlokê bi nav û deng e û cotkar hewl didin wekî sembola vî bajarî li ser navê Dîlokê bê tomar kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst