Navenda Nûçeyan – Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Ferhat Encu ragihand, ku gundê Roboskî yê li navçeya Qilabanê tê bombebarankirin.
Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Ferhat Encu berî çend xûlekan li ser hesaba xwe ya di tora civakî ya Twitterê de ragihand, ku gundê Roboskî ya li navçeya Qilaban a Şirnexê tê bombebarankirin.
Ferhat Encu li ser twittera xwe belav kiriye, ku bombebaran li heman cihî çê bûye, ku bombebarana sala 2011ê çê bibû.
Encu herwiha daye xuyakirin, ku karwaneke 15 kesî ya welatiyên Roboskî ku karê bazirganiya ser sînor dikin, bûye armanc.
Parlamenterê HDPê yê Şirnexê di twitteke din de ragihand, ku li gorî zanyariyên destpêkê Vedat Encu (16) jiyana xwe ji dest daye û 5 kes jî birîndar bûne. Ferhet Encu tekez kir, ku hêj çarenivîsa çend kesan nayê zanîn.
Li gorî gotina Encu, gundî ber bi cihê bombebaranê ve diçin
Vedat Encu
Bombalama yine Roboskî katliamının olduğu aynı yerde olmuş. Ölülerin olduğu bilgisi geliyor.
— Ferhat Encu (@FerhatEncu) May 29, 2016
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse