Şêniyên gundên Simaqûliyê 3 roj in rêya Hewlêr-Silêmaniyê girtine

29-04-2023
RÛDAW
Şêniyên gundên Simaqûliyê 3 roj in rêya Hewlêr-Silêmaniyê girtine
Şêniyên gundên Simaqûliyê 3 roj in rêya Hewlêr-Silêmaniyê girtine
Nîşan Simaqûlî Girtina Rêyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêniyên nêzîkî 20 gundên Newala Simaqûliyê 3 roj in rêya sereke ya di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de ji barhilgiran re girtine.

Welatiyê bi navê Şaxewan Nafîs ê ji gundê Girtikeyê got, “Ji ber vê yekê em li vir in ew barhilgir li vir nemînin, rêya me ji Ziyaretê heta Hîzopê wêran bûye, bila coterêya Koyeyê çê bikin û biçin wir.”

Di sêyem roja kombûna şêniyên gundên Simaqûliyê de, ew şev û roj li ser rêya giştî dimînin û rê li ber barhilgiran girtine lê rê didin otomobîlên biçûk derbas bibin.

Welatiyekî gundekî Simaqûliyê Hacî Seyfedîn ji Rûdawê re got, “Xelk heye ku 30 hezar dolar ji bo projeyên geştiyariyê xerc kirine lê ji ber van barhilgiran kes ser wan nakeve û salê 20 hezar dolar nakeve berîka wan.”

Qaymeqamê navçeya Koyeyê dibêje, çareserî vekirina rêya Kerkûk-Pirdê ye ji bo kêmkirina qerebalixiya li ser rêyên navçeya Koyeyê û werine çakkirin.

Qaymeqamê Koyeyê Tariq Heyderî got, “Pirsgirêk û çareserî temamkirina rêya dualî ya Hewlêr-Koyeyê ye ku piştî qeyrana darayî rawestiyabû, ew çareser bibe dê pirsgirêka rêya Silêmanî-Hewlêrê were çareserkirin.”

Ji şeva Pêncşemê ve ji bilî rêya Simaqûlî, rêya Hîran li Siktan û rêya Koyeyê ya Topizawa jî ji bo barhilgiran hatiye girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst