Li Mêrdîn û Colemêrgê qedexeya çalakiyan 15 rojên din hat dirêjkirin

29-01-2023
RÛDAW
Nîşan Colemêrg Mêrdîn Qedexeya Çalakiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Mêrdîn û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê bo 15 rojan qedexeya çaklakiyan hat ragihandin.

Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, ji 29ê Çile bo dema du hefteyan hemû çalakiyên wek xwepêşandan, civînên çapemeniyê, grev û vegirtina çadiran hatin qedexekirin.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda qedexe bi dawî nabin. Parêzgariya Mêrdînê ragihand ku li parêzgehê hemû çalakiyên wek xwepêşandan, grevên birçbûnê, mitîng, civînên çapemeniyê, vegirtina çadir û standan, belavkirina belavok û afîşan dema du hefteyan hatine qedexekirin.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Mêrdînê ji roja Yekşemê 29ê Çile heta 12ê Sibata 2023an bo dema du hefteyan hemû corên xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana çadir û standan û çalakiyên wiha qedexe ne.

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku bi armanca prensîbên serekî yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.

Parêzgariya Mêrdînê herî dawî ji 14 heta 28ê Çileya 2023ê heman qedexe ragihandibû û vê carê jî bo dema 15 rojên din dirêj kir.

Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan 15 rojên din hat dirêjkirin

Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, ji roja Yekşemê 29ê Çile bo dema 15 rojan hemû çalakiyên wek xwepêşandan, civînên çapemeniyê, grev û vegirtina çadiran hatin qedexekirin.

Parêzgariya Colemêrgê ragihand ku li parêzgehê hemû çalakiyên wek xwepêşandan, grevên birçbûnê, mitîng, civînên çapemeniyê, vegirtina çadir û standan, belavkirina belavok û afîşan dema du hefteyan hatine qedexekirin.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Colemêrgê ji roja Yekşemê 29ê Çile heta 12ê Sibata 2023an bo dema du hefteyan hemû corên xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana çadir û standan û çalakiyên wiha qedexe ne.

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku bi armanca prensîbên serekî yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.

Parêzgariya Colemêrgê herî dawî ji 14 heta 28ê Çileya 2023ê heman qedexe ragihandibû û vê carê jî bo dema 15 rojên din dirêj kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst