Parêzgarê Sine: Devera bazirganiya azad li Bane û Merîwan dê were cîbicîkirin

28-12-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Sine li Rojhilatê Kurdistanê diyar kir, biryara avakirina devereke azad a bazirganî li Bane û Merîwanê ku di kabîneya beriya niha ya hikûmeta Îranê de hatibû dan, dê were bicihkirin.

Ismaîl Zarihîkoşa Parêzgarê Sineyê dibêje ku parêzgeh ji aliyê aborî û pîşesazî ve nayê pêşxistin û rêjeya bêkariyê li vê parêzgehê li gorî parêzgehên din ên Îranê di rêza yekem de ye.

Zarihîkoşa tekez kiriye, ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê ew dê li bajarên Bane û Merîwanê biryara avakirina devera azad a bazirganiyê cîbicî bikin.

Bi salan e soz tê dayîn ku devera azad a bazirganiyê li van herdu bajaran û bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê bêne avakirin.

Ji bilî Bane û Merîwanê, hikûmeta berê ya Îranê biryar dabû ku li bajarê Qesra Şîrîn a ser bi parêzgeha Kirmaşanê ve û herwiha Mêhran a parêzgeha Îlamê weke deverên azad ên bazirganiyên bêne nasandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst