Mazlûm Ebdî li ser êrişên Tirkiyeyê: Bersivdayîn mafê me yê rewa ye

09-10-2023
Nîşan Mazlûm Ebdî Êrişên Tirkiyeyê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fermanderê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, li ser êrişên Tirkiyeyê got, “Bersivdayîn mafê me yê rewa ye, em dê dudilî nebin.”

Artêşa Tirkiyeyê şeva borî akademiyeke hêzên asayişa Rêveberiya Xweser bombebaran kiribû.

Rêveberiya Xweser ragihand ku di encama êrişa Tirkiyeyê de 29 edamên asayîşê canê xwe ji dest daye û 28 endamên asayîşê jî birîndar bûne.

“Ev sûcekî hovane ye”

Mazlûm Ebdî li ser vê êrişê got:

“Ev sûcekî hovane û binpêkirina eşkere ya mafên mirovan e ku nayê nikare were piştguhkirin.

Hêzên Ewlehiya Navxwe saziyeke sivîl e, Koalîsyona Navdewletî piştgiriyê didiyê da ku aramî û ewlehiya herêmê zêde bike.”

“Em dê dudilî nebin”

Fermanderê Giştî yê HSDyê da zanîn ku ew dê ji bo bersivdayînê dudilî nebin û got:

“Em dê li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li hemberî xak û gelê xwe dudilî nebin. Rûbirûbûna bi wan re mafê me yê rewa ye.”

Mazlûm Ebdî di dawiya peyama xwe de bangî gel kir û got:

“Em bangî gelê xwe dikin ku piştgiriyê bide malbatên şehîdan û beşdarî merasîma bixaksipartina wan bibe.

Em di vê dema dijwar de ji malbatên xwe re sersaxiyê dixwazin û jî bejna xwe li ber şehîdan ditewînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst