Îlham Ehmed: Tirkiye ji welatên Ereban dixwaze şerê Rêveberiya Xweser bikin

04-11-2023
RÛDAW
Nîşan Îlham Ehmed Rojavayê Kurdistanê Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Desteya Cîbicîkar a Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmedê got, Tirkiyeyê ji welatên Erebî dixwaze şerê Rêveberiya Xweser bikin.

Seroka Desteya Cîbicîkar a MSDyê Îlham Ehmedê ji Şarkul Avsatê re ragihand ku ku ew bi Fermandariya Rûsyayê ya Sûriyeyê ketine pêwendiyê.

Bi gotina Îlham Ehmedê, Fermandariya Rûsyayê ya Sûriyeyê ji wan re gotiye ku ew li dijî êrişa bejahî ya Tirkiyeyê ne.

Îlham Ehmedê diyar kir ku Rûsya ji parastina aramiya deverê berpirs e û got:

“Welatên Astana dixwazin Amerîka ji Sûriyê derbikeve û dibînin ku Amerîka piştgiriya avakirina statuyeke Kurdî dike li Sûriyeyê.”

Îlham Ehmedê tekez kir ku Tirkiye kar ji bo razîkirina raya giştî ya Ereban dike ku "li dijî Rêveberiya Xweser tevbigerin û destpêşxeriyên siyasî û çareseriyê têk bibe."

Seroka MSDyê herwiha da zanîn ku şerê li Xezeyê bandor li rewşa Sûriyeyê dike û dê encamên wê yên xirab li ser Rojhelata Navîn bi giştî hebe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst