Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Kuleco yê Silêmaniyê şeva borî çekdarên DAIŞê êrişî Hêzên Pêşmerge kir û di êrişa DAIŞê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 4 Pêşmerge jî birîndar bûn.
Peyamnêrê Rûdawê li Germiyanê Huner Hemîd ragihand, çekdarên DAIŞê şeva derbasbûyî saet 10.45 li devera Tepî Telan ê ser bi bajarokê Kuleco yê Silêmaniyê ve ji du aliyan ve êrîşî sengerên Hêzên Pêşemerge kir.
Cîgirê Fermandeyê Lîwaya 5emîn a Pêşmerge Eqîd Bextiyar Bêserî ji Rûdawê re ragihand ku Pêşmerge tûşî şerekî dijwar bûn û wan hêza piştîvan jî şand.
Fermandarê Lîwaya 5emîn a Piyade Merîwan Azad jî ji Rûdawê re got, “Di dema bi hawarçûnê de mayineke vedayî bi wesayîteke Pêşmerge ve hat teqandin.”
Di êrişa DAIŞê de 5 Pêşmerge şehîd bûn
— RudawKurdi (@RudawKurdi) November 28, 2021
Bêtir: https://t.co/D630zlLut1 pic.twitter.com/cjw1SRwNoo
Huner Hemîd da zanîn ku di destpêkê de çekdarên DAIŞê teqe li bingeheke pêşmerge kirine, pêşmergeyek birîndar bûye, piştre otomobîlên serbazî ku ambulans diçin wê bingeha serbazî û birîndar rakirine ku bibin nexweşxaneyê, di dema vegerê de çekdarên DAIŞê mayînke li ser rê dadinên û bi otomobêla Pêşemerge de diteqe.
Wezareta Pêşmerge birîndarbûna 4 pêşmeregeyan ragihand. Lê piştre şerekî dijwar derket.
Bi gotina peyamnêrê Rûdawê di encamê teqînê de 5 pêmergeyan canê xwe ji dest dane û 4 pêşmergeyên din jî birîndar bûne.
Navên pêşmergeyên di êrişa DAIŞê de şehîd bûn: Îsmaîl Mihemed Ferec, Neberd Seîd, Emîn Husên, Îbrahîm Baram û Aras Semîn.
DAIŞê êrişî Hêzên Pêşmerge kir: 5 şehîd, 4 birîndar
— RudawKurdi (@RudawKurdi) November 28, 2021
⚫️Fermandarê Mîhwera Germesêr a Hêzên Pêşmerge Mehmûd Sengawî bo #Rûdaw`ê: Çekdarên DAIŞê ji navçeyên hêzên Iraqî tên û êriş dikin
Bêtir: https://t.co/D630zlLut1 pic.twitter.com/iCejTeAv8x
Peyamnêrê Rûdawê Huner Hemîd herwiha da zanîn ku pêşmergeyek jî ji teqînê bi birîndarî rizgar bû û niha li nexweşxaneyê tê dermankirin û got, “Şofêrê wesayîtê û pêşmergeyek bi birîndarî rizgar dibin, lê çekdarên DAIŞê derdora 20 guleyan li wî Pêşmergeyî didin û şehîd dikin. Şofêr jî xwe digehîne nav cokeke avê de û pişt re bi birîndarî xwe digehîne bingeheke hêzên Asayişê. Piştre li gel birîndarên din digihînin nexweşxaneyê.”
Hat zanîn ku pêşmergeyên şehîd bûne xelkê navçeya Şarezûr in.
Cihê êrişa DAIŞê û ew wesayîta ku bombe pê ve hat teqandin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) November 28, 2021
⚫️Di êrişa DAIŞê de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 4 Pêşmerge jî birîndar bûn
Zanyariyên li ser êrişa DAIŞê: https://t.co/D630zlLut1 pic.twitter.com/ug4eYVgk4v
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse