HEWLÊR - Karkerekî ji Rojavayê Kurdistanê ji avahiyê ket û canê xwe ji dest da

28-10-2023
RÛDAW
Nîşan Karker Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Karkerekî ji Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê ji avahiyekê ket xwarê û canê xwe ji dest da.

Kesekî şahidê bûyerê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Karkerekî ku ligel me kar dikir, ji avahiyeke nêzîkî ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li ser Cadeya 40 Metrî ya Hewlêrê ket xwarê û canê xwe ji dest da.”

Wî şahidî da zanîn ku temenê karkerê canê xwe ji dest daye di navbera 35-40 salî de bûye û xelkê Rojavayê Kurdistanê bû.

Herwiha Serokê Şaxa Hewlêrê ya Sendîkaya Karkerên Kurdistanê Yûsif Kerîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Yûsif Kerîm got ku ew derbarê bûyerê de nehatine agahdarkirin û li ser çawaniya bûyerê û sedema mirina wî karkerî lêkolînê dikin.

Kerîm da zanîn ku ji xeynî wî karkerê îro, îsal li Hewlêrê 8 karkeran di dema kar de canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst