Li Dêrsimê agir bi zeviyê ket

28-08-2024
RÛDAW
Nîşan Agir Çemişgezek Dêrsim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çemişgezekê ya parêzgeha Dêrsima Bakurê Kurdistanê ji ber sedemeke nediyar agir bi zeviyekî ket û piştî midexaleyê hat vemirandin.

Li navçeya Çemişgezekê îro agir bi zeviyekî ket û di demeke kurt de bi bandora bayê agir belav bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.

Her wiha li gel tîmên agirvemirandinê xelkê derdorê jî beşdarî kar û xebatên vemirandina agir bûn.

Piştî çend demjimêran agir hat vemirandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst