HSDê li Dêrezorê 23 çekdarên DAIŞê girtin

28-08-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Dêrezorê,23 çekdarên DAIŞê û kesên ku di belavkirin û bazirganîkirina madeyên hişbir de kar dikin, girtin.

HSDê ragihand ku, hêzên wê, li bajarokê Cinêne yê dikeve rojavayê Dêrezorê, operasyoneke ewlehî pêk anîn.

Li gor daxuyaniya HSDê, armanca wê operasyonê ew e ku rêgiriyê li ber liv û tevgera çekdarên DAIŞê bikin, ku di dema dawî de çalak bûne û hejmarek ji êrîşan encam dane û aramî û seqamgîriya navçeyê têk dane.

Li gorî zanyariyên HSDê, di encama wê operasyonê de, hêzên HSDê 23 kes ji bazirganên madeyên hişbir girtine, di nav wan de hejmarek ji endamên DAIŞê hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst