ÎHD: Mafê jiyanê yê Makbule Ozer a 80 salî tê binpêkirin

28-08-2022
RÛDAW
Jineke Kurd a girtî bi Tirkî nizane û wergêr bo wê nayê peydakirin
Jineke Kurd a girtî bi Tirkî nizane û wergêr bo wê nayê peydakirin
Nîşan Makbule Ozer Hadî Ozer Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Wanê Mehmet Karataş, ragihand rewşa tendirustiya Makbule Ozer (80) ya ku 4 meh in di girtîgehê de ye, ne baş e, lê tevî vê yekê nehatiye berdan û got: "Polîtîkaya dewletê ya li hemberî girtiyên Kurd, gelek dijwar e. Mafê jiyanê yê Makbule û Hadî Ozer tê binpêkirin."

Makbule Ozer jineke Kurd a 80 salî û xelka parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ye, zêdeyî çar meh e di girtîgehê de ye. Roja 24ê Tebaxê ji Beşa Jinan a Girtîgeha Wanê bi armanca pişkinîna tendirûstî bo Pizîşkiya Dadî ya Stenbolê tê şandin.

Bêyî ku bi zimanê xwe behsa pirsgirêkên xwe yên tendirûstî bike, bo girtîgehê hat vegerandin, ji ber ji xeynî Kurdî ti zimanekî din nizane û wergêr jî bo wê nehat amadekirin.

Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Wanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, siyaseteke dijwar li beramber girtiyên Kurd tê meşandin.

Mehmet Karataş dibêje: “Makbule Özer niha pir nexweş e. Herî dawî bi nexweşiya Covid-19 ketibû, û berî jî nexweş bû û hestiyên wî dihelin. Hestiyên Makbule Ozer her dem dişken. Lêbelê, ew nayê berdan. Ji ber ku polîtikaya dewletê ya li hemberî girtiyên Kurd gelekî dijwar e.”

Piştî nerazîbûnan Pizîşkiya Dadî ya Stenbolê roja Şemiyê 27ê Tebaxê îddîa kir ku “Makbule di dema pişkinînê de ew tevgera ji aliyê tîmê pizîşkî ve jê hatiye xwestin kiriye û ti pirsgirêkek di navbera wê girtiyê û tîmê tendirûstî de çênebûye.

Karataş herwiha got: “Çi 80, çi 90 salî bin, dewlet her tim dixwaze di girtîgehê de bimînin. Ji bo vê jî dewlet dibêje ew Hadî û Makbule Ozer her çend kal û pîr jî bin em bernadin. Di girtîgehê de mafê jiyanê yê wan tê binpêkirin.”

Makbule Ozer a 80ê Salî ligel Hadî Ozerê hevjînê xwe ku 79 salî ye, ji 10ê Gulana 2022ê ve bi biryara Dadgeha Wanê, bi tohmeta hevkarîkirina PKKê hatine girtin. Herçiqas parêzerê wan daxwaz bilind kiriye daku Makbule Ozer cezayê xwe li malê temam bike, lê Dadgeha Wanê bi hinceta “nebûna mercên yasayî” daxwaz red kiriye.

Parêzera wan Dilan Kunt Ayan dibêje: “Pirsgirêkên tendirûstî yên Makbule Ozer a 80ê salî hene, bi rêjeya ji sedî 52 xwedî pêdiviyên taybet e, nikare li girtîgehê bimîne û pêdiviyên xwe yên rojane cîbicîh bike, lewra me daxwaz kiriye ku cezayê xwe li mala xwe derbas bike, lê Dadgeha Cîbicîkar a Wanê bi hinceta “nebûna derfet û mercê yasayî” daxwaza me red kir.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst