Rojhilat; Li Sine ahenga Hewramanê hat lidarxistin

28-07-2022
RÛDAW
Navçeya Hewramanê li Rojhilatê Kurdistanê.
Navçeya Hewramanê li Rojhilatê Kurdistanê.
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Sine Hewraman UNESCO
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê aheng û merasimên salvegera tomara cîhanî ya Hewramana Rojhilat di nav lîsteya Mîratên Cîhanî ya UNESCOyê hat lidarxistin.

Duh Çarşembê 27 Tîrmeha 2022an salek di ser tomara cîhanî ya Hewramana Rojhilat li UNESCO re derbas bû, bi vê helkeftê merasimek li mala Mestûre Erdelan li avahiya Xesrew Ava ya bajarê Sineyê birêve çû.

Sala bihorî Komîteya Mîratên Cîhanî ya rêxistina UNESCOyê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî heft cihên nû li cîhanê xistin di lîsteya xwe ya Mîratên Cîhanî de, ku yek ji wan Hewremana Text a ser parêzgeha Sine ya li Rojhilatê Kurdistanê bû.

Xweza, çand û dîroka Hewramana Text wiha kir ku ew weke dewlemendiyeke cîhanî were naskirin.

Hewraman herêmeke Kurdistanê ye ku beşeke wê li Rojhilatê Kurdistanê ye û beşek jî ketiye aliyê Başûrê Kurdistanê.

Li aliyê Rojhilatê Kurdistanê jî beşek ji navçeya Hewramanê li parêzgeha Sine û beşek jî li sînorê parêzgeha Kirmaşanê ye.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst