Amêdî; Li Bamernê topek di nav rez û baxên welatiyan de ket

28-07-2022
RÛDAW
Li Bamernê ji ber ketina gulleyekê topê agir bi rez û baxê welatiyan ket.
Li Bamernê ji ber ketina gulleyekê topê agir bi rez û baxê welatiyan ket.
Nîşan Amêdî Bamernê Topbaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro li sînorê bajarokê Bamernê ya Amêdiyê gulleyekê topê di nav rezên welatiyan de ket xwarê û ziyanên maddî gihîşt çend welatiyan.

Peyamnêrê Rûdawê li Duhokê da xuyakirin ku guleyeke topê di nav rezên welatiyan de li nêzîk navenda nahyeya Bamernê ya ser bi qezaya Amêdiyê ket.

Di encama ketina wê gulleya topê de agir bi cihê bûyerê ket û zirarên maddî gihîşt welatiyan.

Mihemed Bamernê nişteciyekî nahyeya Bamernê derbarê bûyerê de ji Rûdawê re axivî û ragihand, îro nîvro topek li sînorê navenda nahyeya Bamernê ket û bû sedem ku şewat derkeve zirar bigihe rez û baxên çend kesan.

Tîmên agirvemirandinê tevî hejmarek ji xelkên deverê bi hewldanên xwe agirê li cihê top lê ketibû, kontrol kirin.

Bi gotina Mihemed Bamernê, binkeyeke leşkerî ya Tirkiyê li deverê heye û cihê ku top lê ketiye tenê 800 metreyan ji wê binkeya leşkerî ya Tirkiyê dûr e.

Nayê zanîn ku ew guleya topê ji aliyê kê ve hatiye avêtin.

Derbarê bûyerê de Rûdawê peywendî bi berpirsên navçeyê kir, lê wan gotin hêj zanyariyên piştrastkirî di destê wan de nîne û mijûlî lêkolînê ne.

Ji ber şerê navbera Tirkiyê û PKK gelek caran di encama topbaran Tirkiyê de ziyan ber welatiyên deverê dikeve, wê yekê tirs di nava welatiyan de çêkiriye.

Di nava du mehên bihorî de ev cara sêyemîn e ku sînorê nahyeya Bamernê tê topbarankirin. Beriya du mehan bi sedema topbarana Tirkiyê 2 zarok li seyrangeheke nahyeya Şêladzê jiyana xwe ji dest dabûn û zarokek jî birîndar bûbû.

Li aliyekê din roja Înêya bihorî bi dron êrîşî serbazgeha Tirkiyê ya li Bamernê hatibû kirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst