URMIYE - Di qezayeke trafîkê de 3 kesan canê xwe ji dest da

28-05-2024
RÛDAW
Nîşan Urmiye Qezayên Trafîkê Kirmaşan Serpêl Zahaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê ji ber qezayeke trafîkê 3 kesan canê xwe ji dest da.

Li bajarê Serpêl Zehawê yê girêdayî Kirmaşanê jî ji ber qezayekê 6 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyênm doh êvarî li ser rêya serekî ya bajarokên Şot- Makoyê 4 otomobîl li hev qelibîn.

Rêveberê Giştî yê Heyva Sor a Urmiyeyê Hemîd Mehbûbî eşkere kir ku ji ber wê qezayê 3 kesan canê xwe ji des daye û 3 kes jî birîndar bûne.

Li Serpêl Zehawê jî 6 kes birîndar bûne

Hemîd Mehbûbî da zanîn ku birîndar ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin û cenazeyên miriyan jî ji bo Saziya Tiba Edlî hatin şandin.

Li aliyê din Rêveberê Hawarçûnê yê Kirmaşanê Mesûd Qelesfîdî jî da zanîn ku li bajarê Serpêl Zehawê jî 2 otomobîl li hev qelibîn.

Li gorî gotina Mesûd Qelesfîdî, ji ber wê qezayê 6 kes birîndar bûne.

Her sal li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ji ber xemsariya şofêran, rêyên xirab bi dehan hezar kes canê xwe ji dest dide û bi dehan hezar kes jî birîndar dibin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst