Efrîn: Çekdar ji bo berdana du welatiyên Kurd 6300 dolarî dixwazin

28-04-2023
RÛDAW
Nîşan Efrîn Rojava Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Mabata û Raco yên Efrînê, hêzên ser bi Tirkiyê ve du welatiyên Kurd bi tohmeta “peywendiya li gel Rêveberiya Xweser di dema berî 2018an” de girtine û ji bo berdana wan 6300 dolarî ji malbatên wan dixwazin.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, li navçeya Mabata ya Efrînê, Polîsên Serbazî yên ser bi Tirkiyê ve welatiyekî Kurd bi tohmeta peywendiya li gel Rêveberiya Xweser di dema berî 2018an de girtine.

Li gor SOHRê, Polîsên Leşkerî ji bo azadkirina wî daxwaza 5 hezar dolaran ji malbata wî welatiyê Kurd kirine.

Hevdem grûpa Ehrar el-Şerqiye ya ser bi Tirkiyê ve welatiyekî Kurd ji gundê Mûsako li navçeya Raco ya Efrînê bi tohemta peywedndiya li gel Rêveberiya Xweser di dema berî 2018an de girtin, piştre bo azadkirina wî daxwaza 1300 dolaran kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan amaje bi roja girtinê û herwiha nasnameya wan kesan nekiriye.

Di destpêka Nîsanê de jî, grûpa Feyleq el-Şam ji bo berdana 6 kesên girtî li ba xwe, 15 hezar dolar fidye ji kesûkarên wan xwestibû.

Efrîn herêmeke Rojavayê Kurdistanê ye, ku ji Adara sala 2018an ve piştî şerekî giran di kontrola Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê de ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst